Hin tişt hene, qaydeyên hatine danîn, hin teoriyan li bin guhê erdê dixin. Mesela, dengê Hozan Serhed. Wexta ku guh li dengê wî dikim, ew dengê wî yê ne li stûdyoyan, lê li şikeftan jixweber hatiye paqijkirin û parzinandin, xwe di atmosfereke nehênî de dibînim ku nikarim navekî lê bikim. Tew dikaribim bibêjim ku ew kuxîna li pey muzîka wî diçe û hevaltiyê pê re dike, bi min ji dengê gelek orkestra û senfoniyên bipergal pirr balkêştir e. Xwe li min dilefîne... Nizanim, çi di wê kuxînê de heye? Maxwene, ew kuxîn, tilisimekê, sêhrekê li wê muzîkê û wî dengî bar dike? Maxwene, ew kuxîn, sewta min e? Maxwene ew kuxîn awaza vê axa ku nasnameya wê jê hatiye dizîn, bixwe ye? Maxwene, bi sirûştê re dibe yek, qayde û pîvanên ku bi destê hinan hatine danîn, difelişîne? Ma tu dibêjî, ji ber vê ye…
Nizanim. Lê heman tişt ji bo berhemên yên li “hundiro” jî wisa ye. Mesela wexta ez radihêlim berhemeke wêjeyî ya li “hundiro” hatiye nivîsandin û dest bi xwendina wê dikim, a rast ew pîvanên “ciwankariyê”, ew krîterên “teorî”yên ku hatine fesilandin, nizanim Eagleton çi gotiye, Lukacs… çi gotiye hema bibêje, qet nayên bîra min. (Na, helbet ez tiştên ku wan gotine red nakim û piçûk naxim, tenê di hin rewşan de ne esas in) Bi awayekî dîtir, yanî li wan krîteran nanihêrim û nadim dû wan. Nizanim ji ber çi ye? Lê tiştên ku kesên xwedî armanc û hedefên bilind, xwedî felsefeyeke ku ti carî qîma xwe bi tiştên heyî nayîne, wekî bazeke ku her berê wê li bilindahiyê û xwedî panoramayeke dorfireh e, her tim bi min wekî tiştekî bi sêhr û tilisim tê.
***
Belê. Romana “Dizên Nasnameyan” jî, ku ev sê hefte ne ez behsa wê dikim, romaneke ji pênûseke van kesan e, van kesên ku di wextekî “avsûnî û nehênî” de ne. Wan kesên ‘dîlgirtî’, kesên li “hundiro”. Kesên ku tam li orta “tenêtiyê” bi xetên stûr çar hawirdorê wan hatiye xêzkirin. Kesên ku zeman û mekan ji bo wan ne li dar e. Kesên ku hay û baya yên “derve” pirr ji wan tine. Kesên ku bi nivîsandin û afirandinên xwe dibêjin, “ez nemirime, hê li ber xwe didim.” Kesên ku rabirdû li ber serê xwe daleqandîne û dema niha û bê li wan bûne yek. Kesên ku “kanona wêjeyî” ya kes nikare jê re bibêje, “serê sola te jî xwar e” û li xwe nagire behsa wan bike.
Wexta dosyeya vê berhema A. Latîf Karaaslanli ya li wî cihê ku zeman û mekan lê qerisîne û sêhrekê di xwe de dihewîne, gihişt ber destê min û min xwend, a rastî, min gelek deverên wê sor kirin, zer kirin, şîn kirin… Hema bibêje, min ew kir wekî kevaleke di nav rengan de mayî, da ku ez û nivîskarê wê şêwr û mişawreyekê deynin. Lê paşê wexta hatim ser hemdê xwe: “Kuro ma ne nivîskarê wê 17 sal in girtî ye.” Dû re cardin vegeriyam serî û min dest bi xerakirina wê kevalê kir. Ji xeynî çend mudaxileyan hema bibêje min dest neda berhemê. Ji lewra heta ku dosye ji girtîgehê hatibû, nizanim bê çendik û çend zeman xwaribû. Îjar cardin bihata şandin, kî çi zane belkî daxilî nav dosyeyên “kiryar nediyar” bûbûna. Jixwe, aqûbeta nameyên bi Kurmancî jî melûm e.
Werhasil. Ez rabûm, min têlefonî berpirsiyarê Weşanxaneya Aryenê kir. Min got, hal û mesele ev e. Pirsî bê ka dîtina min a derbarê berhemê de çi ye. Min got, ziman hinekî keremkotî, lê honak û pevbestîn baş e. Got, wekî din? Min got, wekî din, li sê zeman û sê mekanan digerim. Di dema niha de heme, rabirdû winda û dema bê jî meçhûl e. Li xwe digerim, çiku qewlikê min î rabirdûyê winda ye, nikarim dahatûya xwe saz bikim. Lê tu dibêjî qey destekî bisêhr tê û dest dide qutiyekê û hêla min a nîvcomayî dibêje, pilqqq li cihê xwe bi keys dibe û pazil temam dibe…
(Dawî)