Ji sindanê goşkaran cirfên şerî

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:12

  • “Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne” dibêje rojek ji rojan Kawa ji Akhilleus:

“Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne” dibêje rojek ji rojan Kawa ji Akhilleus:

1

Ji qilêra zemanê berê heya niha,
Seb li tela qeyika Nipiştim
Neçûye gopalê Asklepios, 
Ne li Golgotayê, li Galgalgotaya
Senfoniya welatekî detoneyî, 
Berî çavên şeveqê qul bibin,
Binikulin bayên reşêleyî,
Şeteleyek Zagrosî bû dilê min,
Quntar bi quntar, 
Li borexaneyên wê dilûsîn kebokurkên merisokî.

Tu zanî xorto!
“Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne” dibêje rojek ji rojan Kawa ji Akhilleus:

2

Hebû hebû…

Ji çaxên antîk, naqosên dêrîn, qamçiyên mîrzezemanê,…
Wexta min bizirê serîhildanan direşand
Ne ax, ne av…
Na!.. Bi şara Asia ti tişt jî tune bû, 
Bes Prometheus hîn gedeyê duh bû,
Diviya min şîrê şêr, 
Di meşka şer de bi ser lêvan dakira.

3

Ji sindanê goşkaran, tu zanî xorto?
Rojek ji rojan, Az-Dehaqî pengizî(n) ji cirfên xewnan
Go: 
KawaAkhilleus,
Li kaboka min bide gidî!
Maran ez xwarim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.