Kamber Ateş lawo tu çawa yî?

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 13 Sibat 2022 - 22:12

  • Bi fitûya Wezîrê Perwerdehiyê yê wê çaxê, Riza Nur ku gotibû, “Li welatê me qirkirina nijadên bi ziman û dînekî din, karê herî adil û jiyanî ye…

Bi fitûya Wezîrê Perwerdehiyê yê wê çaxê, Riza Nur ku gotibû, “Li welatê me qirkirina nijadên bi ziman û dînekî din, karê herî adil û jiyanî ye… Ev ecnebî bela û mikrop in. Ev û nexasim Kurd, divê bi pîlaneke asîmlekirinê ya domdar bên tecrîdkirin” tofaneke nebûyî, qirkirina li ser qirkirinê anîn serê Kurdan li van erdan. 

Daxkirin û qufilandina zimanê dayika Îpek Ateş, mînakeke herî berbiçav a vê tofanê ye. Lê îro ro bi hezaran ewladên dayika Îpek, li wan hêwanên qerase yên dadgehan heyfa wî zimanê daxkirî û qufilandî hiltînin bi zimanê xwe û kesên ew didarizandin didarizînin!

Rojek ji wan rojên tecrîdê nameyek ji Kamber re tê. “Di hevdîtina bê de, em ê dêya xwe ya li Îmranliyê bi xwe re bînin. Ji roja tu hatiyî girtin heya niha hetka me bir, hema dibêje, ‘Min bibin cem kurê min. Halê dinê ye, ma mere ji ku zane wê sibê çi biqewime? Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim…’ Meger qismet vê carê bûye, em ê bên.”

Kamber bi xemgînî, ji hevalê li cem xwe re got: “Wê dêya min bê.” Hevalê wî got, “Ma jê çêtir!” Kamber ji kûr de bêhna xwe berda, bi dengekî mişt hisret got, “Tu zanî, ji zû de ye min ew nedîye…” û dest bi çîroka xwe kir…

Hê ji hevdîtinê re çar roj mabûn. Lê Kamber hê ji niha ve, ji qewla girtiyan “ketibû taya hevdîtinê.” Tim behsa wê dikir, digot bi Tirkî nizane filan bêvan; “Xwedê bikim, heya niha dêya min bi qasî karibe xeber bide çend tişt hîn bûbûn…” 

Dêya wî, xwedê wê li gund dabû, li gund mezin bûbû, zewicîbû, di emrê xwe de ji xeynî bazara Îmranliyê ku ew jî bi bavê wî re diçû, qet neçûbû bajarên mezin. Dinyaya wê gund bû. Li gundê wê kesên ku zimanê wan ê zikmakî Tirkî bûna qet tune bûn. Zimanê gund çi bûna, zimanê wê jî ew bû…

Lê tirsa Kamber ew bû, gava li cihê hevdîtinê dêya wî bi zimanê xwe yê zikmakî gazî wî bike wê hevdîtin di nîvî de bê birîn. 

Di hevdîtinên Mamakê de axaftina hêdîka, axaftina bi îşaretan û ya ji xeynî Tirkî qethiyen qedexe bû. Gava ev bihata binpêkirin, eskerên li her du aliyên qabîneya hevdîtinê, digotin “hevdîtin qediya” û bi çepilên girtî digirtin, li ber çavên xizmên wî lêdixistin û ew dibirin. Heman tişt dianîn serê serdêran jî. Bi hinceta “di hevdîtinê de teşqele derxistiye” ceza li girtî dibirîn. 

Lê Kamber ji teşqelederxistinê neditirsiya. Jixwe li ber çavê îdarekaran “Teşqelehezekî neîflehbûyî bû.” Lê tirsa wî ne ev bû. Piştî çend salan wê cara ewil dêya xwe bidîta û ew hevdîtin wê pênc deqe bûna. Loma nedixwest ev pênc deqe berhewa bibe. Dixwest têra dilê xwe dêya xwe bibîne. Kî çi zane belkî ev hevdîtina wan a dawî bûna. Belkî jî his û pêjnên dêya wî rast bûn… Ji ber hindê nedixwest di bîranîna dawî de wekî lawekî lêdanxwarî di bîra dêya xwe de bimîne. 

Roj hat. Kamber, şeveqê zû rabû, xwe ediland û li benda navê xwe ma sekinî. Ma, ma… Wexta piştî navê pêncan navê wî olan da di wê hoparlorê de, nav çavên wî çirisîn ji kêfa. Bi vekirina deriyê hucreyê re çû ket qabîneya hevdîtinê. Dêya wî çawa çav pê ket hema hindik mabû bi wan caxên di navbera wan de rapelike, xwe avêt wan caxan. Bi wan çavên hêsir got: “Kamber Ateş nasılsın?” (Kamber Ateş tu çawa yi?) “Baş im, pir baş im yadê, hûn çawa ne?” Dêya wî di cî de ma sekinî, serê xwe bera ber xwe da. Bi dû re cardin li nav çavên wî mêze kir û got, “Kamber Ateş nasılsın?” Kamber wê kêliyê fêm kir ku dêya wî Tirkî hîn nebûye, di rê de xwişka wî ew her sê peyv rê wê dane. Di vê kêliya ku mişt bi bêrî û hisret de, nikaribûn bi zimanê xwe yê zikmakî bi hev re biaxivin, ji lew re di navbera wan de bi “Türkçe konuşacaksın!” (Tu yê bi Tirkî biaxivî!) dîwarekî qerase hatibû lêkirin.Wê gavê hema xwişka wî bi Tirkî ket navberê, “Em baş in, nekev tatêla me, tu li xwe miqate be…” Piştî vê, dê cardin ket navberê, “Kamber Ateş nasılsın?”

Erê, ziman dîl hatibûn girtin. Li qeyd û kelemçeyan hatibû xistin. Lê çav hê nehatibûn daxkirin. Nexwe niha bar diket ser milê çavan:

“Kamber, lawo, berxê ca xwe ka tu çawa yî?”

* Xulaseya çîroka “Kamber Ateş Nasılsın?” a Ruşen Sümbüloğlu ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.