Her helbest dişibe axa xwe

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 22 Gulan 2022 - 22:06

  • Beriya bi çend rojan, di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9’an eşkere bû.

Beriya bi çend rojan, di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9’an eşkere bû. Di pêşbirka îsal de dosyeya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” bi ser ket. Ewilî, wekî endamekî juriya pêşbirka îsal, xwedanê vê dosyeya ku ji bo helbesta Kurdî cihê hêviyê ye, pîroz dikim. Hêvî dikim, dewam bike…

Helbet ji heft dosyeyên ji bo pêşbirkê hatibûn şandin, her şeşên din jî dosyene hêja bûn û xwedanê her yekê ji wan dosyeyan jî pîroz dikim, ji ber keda wan û hevrêtiya wan a bi helbestê re. Lê ji ber ku di pêşbirkê de dosyeyek bi tenê dê bi ser biketa, em endamên juriyê jî, gere me di nava dosyeyan de ya herî çê bibijartana, li gorî hevrêtiya xwe ya bi helbestê re. Li gorî vê hevrêtiya xwe me, pirraniya endamên juriyê raya xwe da dosyeya ku bi helbestên xwe hîn bêhtir em ber bi xwe ve kaş kirin. Helbet serketina vê dosyeyê nayê wateya ku dosyeyên din “xirab” in û gere “biserneketina di pêşbirkê de” jî bi ti awayî nebe cihê nemana hêviyê di warê helbestê de. 

Min çima raya xwe da dosyeya “An jî gilî gotinên li ser hatinê”?  

Helbet li vir derfeta min a ku ez li ser dosyeya bijartî bi hûrgulî bisekinim tine ye û ji ber ku dosye hê nehatiye çapkirin, ez ê nikaribim raza wê ji niha de xera bikim. Lê ez ê karibim bi kurtasî bibêjim, bê ka min çima “An jî gilî gotinên li ser hatinê” bijartiye. 

Beriya her tiştî ji vê dosyeyê ked difûriya, kedeke berbiçav. Li gorî ên din bêhtir di guvaştina her ristê de peyv şilopilo dibûn. Ma di helbestê de ji pîvanên girîng yek jê jî ne ew e ku riste hevwêneyê tahb û keda helbestkêr be? Ma di helbestê de yek ji pîvanên girîng jî ne zimanê helbestkêr e ku kite bi kite xwe digihîne ya di kûr de veşartî û radimûse?.. Lewma wekî endamekî juriya vê pêşbirkê ji ber ku min jî ev ked dît, ji ber ku min jî li ser navê Arjen Arî raya xwe da vê dosyeyê û ji ber ku ev dosye bi ser ket, dilrihet im. 

Çima dilrihet im? 

Di helbestê de yek şêwe, didu zimanê helbestkêr û sisê jî naverok girîng in, pîvanine bivênevê ne. Belkî niha zû be ji behskirina şêweyê xwedanê vê dosyeyê, lê teqla ku wî hewl daye li zimên bixe, hêdî hêdî şêweyê xwe jî kifş dike û ji niha ve kirasekî jê re difesilîne. Her wiha gava mirov li dosyeyê mêze dike, helbesta wê careke din hem bi bîr dixe hem jî dipirse, bê ka “naveroka helbestê dikare çi be li vî welatî?” Ji êşê, ji serîhildanê, ji lehengiyê, ji girî, ji bêrîkirinê, ji evînê… Ji ber çi? Ez dibêm, ez bersiva “ji ber çi”yê yekser ji devê Arjen Arî neql bikim, wê tam di cî de be: “Ji ber ku her helbestkar dişibe axa xwe. Wexta meriv şairekî jî bêhn bike, wexta meriv helbestekê jî bêhn bike, bêhna axa wî jê tê…”

Wer yeqîn dikim, heger gorbihuşt û cangoriyê helbesta kurmanciya reş Arjen Arî sax bûya û ew yek ji juriyên pêşbirkeke bi vî rengî bûya, wî jî dê yekser dosyeya Bahadîn Akhan bibijarta. Ji lew re, bi gotina wî: “Em mecbûr in helbesta xwe li ser koka helbesta xwe ya mayî ava bikin, ji bo ku bibe dareke geş û pirşax. Yan na, em rabin ser xwe, em helbeateke yan jî şêweyekî helbestê îtxal bikin, sibê dusibe wê xelk henekên xwe bi me bikin…”

hey hewar*
termê min di xwînê de bangor:
ax sor ezman sor birîn sor
xeliya dilê Xwedayên li jor
û çiya kanî bi kanî verşiya:

diranên xwe sûtin bi goştê min
weslên min jê kirin weslên min:
pêşî guhê min
bi dû re sitr
û bi dû re...divn!

qesab in!
dest bi qezetore, keftar!
segên har in segên har!
hey hawar,
miriyan jî dikujin di vî şerî de


*Arjen Arî, ji pirtûka “Şêrgele”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.