- Dîrok bi hemd û daxwaza yekalî ya hêzên zordest nayê berbiçavkirin.
Dîrok bi hemd û daxwaza yekalî ya hêzên zordest nayê berbiçavkirin. Bereksê wê, bi tevahî taybetmendiyeke dij-dîrokî ye. Ji lew re, em baş pê dizanin a ku wê bi awayekî mayinde berbiçav dike sekna komînarî ye. Em vê ji Zerdeştiyan heta bi dîroka nêz, ji şevegîdeke adarî, ji guleya ewilîn dizanin ka bê çawa li dij hemû darbe û dagirkeriyan berê xwe dan serê çiyayan, bê çawa di guleya ewilîn de gul berpêşî rabirdûya xwe kirin, ji şerqê ber bi xerbê kêsekên jiyanê lorandin, hez li jiyanê kirin hêz û qala dilnizmiya axê kirin ji wan re, da êdî çivîk bi aramî bên vî esmanê ji duxanê xalî…
Hîn jî
Çivîk mafdar in neyên vî esmanê ji duxanê*
Hîn jî.
Lew, ji katjimêra qatên agresîfiya netewperestî
Yekîneyên gomlekreş** î zirxîdar,
Hidûdbirçiyên antîemperyalîzma pasîfîst in.
Çi bikim, dem dij-min e
Dijmin bêjin e! di qirna bîst û yekê,
Salnameya dahatûyê de şer hîn jî kehanet e!
Hîn jî
Mafdar in
Hîn jî.
Lew, hê jî serhildaneke dîdaktîk
Li hêlekana zebaniyan
Hîn jî baz bi bablekanê dilîzin.
*Ji helbesteke Berken Bereh
**Yekîneyeke nîvleşkerî ye, di navbera 1919-1943’yan de di bin banê rêvebiriya Duceyê Partiya Faşîst a Neteweyî ya Îtalyayê Benito Mussoloni de cih girtiye.
parvê bike
Nivîsên Rêdûr DÎJLE
Metnên ewilî yên Kirmanckî
19 kanûnê
Ji hundir ber bi derve hikmê pênûsê
28 teşrînê
Keremê Anqosî: Xwedanê şuxlên bêhevta
14 teşrînê
Sermiyanê Apê Mûsa
18 îlonê
Hey lawik!
5 îlonê
Hela tu li vê tesadufê!
7 tebaxê