Brûsk, bi navê xwe yê dîtir Hilmî Yildirimê Mûşî

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Çîrok û serpêhatiyên hin kesan pirr balkêş û kartêker in.

Çîrok û serpêhatiyên hin kesan pirr balkêş û kartêker in. Ji van serpêhatiyên kartêker yek jê jî ya Hilmî Yildirimê Mûşî, bi navê xwe yê dîtir Şabanzade Hilmî Yildirimê Mûşî û bi bernavê xwe Brûsk e. Brûsk ku xwe wekî “Fedaiyê Kurdistanê” bi nav kiriye û gotiye “hezkirina min a ji bo gelê Kurd êdî natebite” ji artêşa Tirk vediqete, berê xwe dide Sûrîyeyê, li wir daxilî nava xebatên polîtîk û siyasî yê rewşenbîrên Kurd dibe û axirê gava bi hawariya Seyîd Riza ve diçe di rê de tevî çend hevalên xwe tê şewitandin. 

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê û herifîna Împaratoriya Osmanî, li Kurdistanê liv û tevgerên neteweyî yên rizgariyê peyda dibin. Lê bi tepisandina van tevger û berxwedanan gelek kadro û rewşenbîran ji bêgavî berê xwe da Îran û Sûrîyeya ku wê demê mandaya Fransayê ye. Yek ji van kesan jî Hilmî Yildirimê Mûşî, ango bi bernavê xwe Brûsk e.

Pirraniya van rewşenbîr û kadroyên berê xwe didin Îran û Sûriyeyê, êdî bi fikra “di rizgarkirina Kurdistanê de hikmê şûr nemaye” hereket dikin. Lê belê Brûsk li ber vê fikrê radibe û li gel “hikmê pênûsê” di “hikmê şûr” de jî israr dike. 

Brûsk ku ji gundê Geliyê Aliya yê Mûşê ye li gorî raporeke îstixbaratê ya Fransî ya di sala 1936’an de hatiye çêkirin, wê demê 30 salî ye. Brûsk gava li Mûşê şagirtê dibistanê bûye li ber navê xalanê xwe tê qeydkirin û navê “Şabanzade” li ber navê wî tê bicihkirin. Paşê li Stenbolê li Dibistana Herbê li ser Elektro-Mekanîkê dixwîne û sala 1933’yan dest ji dibistanê berdide û demekê li artêşê wekî teknîsyen dixebite. Lê gava di artêşê de bûye, bi hinceta “kurdperweriyê” dikeve ber lêpirsînê. Ji ber vê, lêdixe diçe Sûrîyeyê. Li vir daxilî nava xebatên polîtîk û siyasî yên rewşenbîrên Kurd dibe. Bi navê “Kurdistan’dan Bir Ses” û “Kurdistan ve 20. Yuzyil’da Turklerin Medeniyetî” du pirtûkan çap dike û bêheq belav dike. Pirtûkên wî û nivîsên wî li Sûrîyeyê dibin parçeyek ji propagandaya komîteya Kurd. Lê belê pirtûk û fasîkulên wî ji aliyê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bêrûdê tên qedexekirin da ku li nav sînorên Tirkiyeyê belav nebin. Her wiha îstixbarata Fransî jî tevdigere û wî wekî “sîxurê Tirk” lanse dike da ku wî li bara Kurdan bêîtibar bike. Ji xeynî van salixan, tê gotin, Yildirim pêwendî bi Celadet Alî Bedirxan re jî daniye û ji bo tivingên makîneyî bi hev re li Şamê hewl dane cihekî peyda bikin.

Di sala 1936’an de kadroyên Xoybûnê berxwedana li Sasonê û liv û tevgera li Dersimê nîqaş dikin. Ji bo Berxwdana Sasonê xuyangtir bikin û bi awayekî çê piştgiriya berxwedana muhtemel a Dersimê bikin, dest bi haziriyan dikin. Helbet gava ev tişt tên kirin, sîxurekî îstixbarata Tirk çalakî û fikrên kadroyan bi awayekî bi rêk û pêk radigihîne Enqereyê. Li gorî raporên vî sixurî yên ku koordînasyona Berxwedana Sasonê û berxwedana muhtemel a Dersimê kirine, Celadet Alî Bedirxan û Haco Axa ne. Li gorî haziriyên hatine kirin, komek berxwedêr dê ber bi herêmê ve bên şandin û dê kesên wekî Hilmî Yildirim, helbestvan Cegerxwîn, Şukriyê Perîxanê, Şêx Evdirehîm (birayê Şêx Seîd) di nava vê komê de bin. 

Axirê, ev koma berxwedêr a pêşeng di havîna 1937’an de ji Sûriyeyê berê xwe dide Tirkiyeyê. Kom piştî rêwîtiyeke neh rojan digihê nêzî navçeya Bismilê ya Amedê. Berxwedêr biryar didin ku bi roj bêhna xwe vedin û bi şev bimeşin da kes bi wan nehese. Lê di berbangekê de li dor gundê Seleta Jêr a Bismilê gundiyê bi navê Nasûh bi wan dihese. Ev kes haya Midûrê Qeza Sînanê û Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê pê dixe. Bi vê re bi cendirmeyên Mêrdîn û Amedê û milîs û “hevkarên” gundên derdorê operasyonek tê lidarxistin. Berxwedêr di nava zeviyê genim de du rojan li ber xwe didin. Gava fermandarê operasyonê serdar Hamdî dibîne nikare xwe li ber berxwedêran bigire fermanê dide ku zeviyê genim bê şewitandin. Bi vê re berxwedêr jiyana xwe ji dest didin.

Ji van berxwedêrên bi berxwedana xwe li ser zimanê dengbêjan olan didin, tenê Seyîdxan bi xelasê dikeve, lê paşê komek “hevkarên dewletê” pê dihesin û wî jî didin ber guleyan.

*Çavkanî: Pirtûka “Seyit Rıza’ya Yardıma Giderken Yakılan Kürdistan Fedaisi Muşlu Hilmi Yıldırım” a Sedat Ulugana

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.