Leyla û Werzeba

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:09

  • Saraç, bi helbestên xwe dibe destgirê jiyaneke jê hatiye xwarin û wan li baskên kundê Mînervayê siwar dike û bera nava tarîtiyê dide da wê heqîqeta jê hatiye xwarin berbiçav bike.

Helbest, çi bi taybetmendiya xwe çi jî bi karaktera xwe berpirsiyariyeke mezin e. Hesas e. Lewma pênasekirina wê zehmet e. Eynî wekî avê.

Çawa çendik û çend sal in felsefevan û zanyar di warê pênasekirina wê de li hev nakin, helbestkar jî di warê pênasekirina helbestê de li hev nakin. Ji lew re li gorî her helbestkarekî/ê pênaseyeke helbestê heye. Ji ber hindê, wekî avê pênaseyeke mutleq a helbestê jî tine ye. Ji lew re av muhaseleya çêj, reng û bêhnan hemûyan e. Kaniya jiyanê ye. Helbest jî hêmana arişî ya vê kaniyê ye. Derî heta hetayê li piştê dihêle ji bo hêviyê. Helbest ji ber ku hêmana arişî ya kaniya jiyanê ye, jiyanê xurt dike, hêzê li heza dilî bar dike, cîhanê bi wate dike û îşaret bi tişta nehatiye gotin dike... Helbestkarê/a dibe destgirê vê jiyanê û bi helbestê dihizire jî, tişta der barê jiyan, dîrok û cîhanê de di parzûna xwe de diparzinîne. Bi binbariya ku civakê, bîra civakê bi ruh û can bike, bi dengê xwe, bi peyva xwe bawer e û xwe disipêre risteya xwe. 

Lê belkî jî berprisiyarî û pênasekirina helbesta axeke dagirkirî û her roj tê talankirin, zehmetir be. Ji ber hindê, her helbesteke wê pencereyek e û her helbestkarekê/î wê di wesfê şoreşê de hêz û quwetekê li peyvê bar dike. Li ber siya peyvê pêşî rê li ber azadiya hundirîn vedike. Bindestî û kedxwariyê hemûyî ji binî ve red dike. Û Axirê, di tarîtiyê de dibe kundê Mînervayê, di raweyên demî hemûyan de dide dû heqîqeteke şoreşgerî.

Leyla Saraç ku piştî pênc sal û heşt mehên dîlgirtî, beriya bi heşt mehan ji zindanê derket û di 15’ê vê mehê de cardin hat girtin, xwedî helbesteke bi berpirsiyariya xwe bargiran e. Saraç, bi helbestên xwe hewl dide ku bibe destgirê jiyaneke jê hatiye xwarin û wan li baskên kundê Mînervayê siwar bike û bera nava tarîtiyê bide da wê heqîqeta jê hatiye xwarin, cardin berbiçav bike. 

Saraç, bi helbestên xwe yên di bin navê “Werzeba” da, gelek wesf li helbestê bar kirine; bêrîkirin, evîn, qîrîn, hêvî, tenêtî, berxwedan, êş û azar…  Lê bi gotina Valéry, herî zêde jî hewl daye ku bibe kawdana qîrîn û gaziyekê. Bi vê kawdana qîrînê binê tiştên qewimîne vedikole û dide dû heqîqeta li vê axê. Di vê lêgerînê de, bi gotina Octavio Paz, di navbera qîrîn û kawdanê de rageşiyekê çêdike; tişta “kawdan” nikare bibêje bi helbestê dide gotin û helbestê dike devekî axivok û guhekî guhdêr. Bi vî awayî wê perdeya razbar a li ser qîrînê dide alî û nahêle qîrîn li valahiyê tenê wekî olanekê bimîne:

Bayê werzê diherikî
Êvarên min
Dibe ku we nebihîstibe
Cuda bû
Dil derya evînê
Ji renge pûşperê bû
Bêdeng bû
Lê min bihîst
Stranên serhildêran

Bes bigirî ji êvaran re
Nikarim pêşiya hestên xwe bigirim
Ji hezkirinê re
Qey çem disekinin
Na
Min dengê bavê xwe
Qet nebihîstibû
Lê firmêskên diya min
Tim ew dianîn bîra min

Ka min bisekinînin
Bila dil bibe baran
Bibe jiyan
Bayê werzê biherike kolanên şevê

* Helbesta Leyla Saraçê ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.