Sedsala têkoşîna li dij polîtîkayên qirkirinê ye
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:50
- Xebat Andok der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got, “Em pêvajoyê wek Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dikin. Sedsala 20’î wekî her kes dizane bû sedsala têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd. Berdêlên pir mezin hatin dayîn.”
Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn, komîna demokratîk, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok pirsên ANHA’yê bersivandin. Hevpeyvîna bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê re Xebat Andok re wiha ye:
* Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî da û di çarçoveya wê de PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist. Di 9’ê Tîrmehê de jî cara yekemîn piştî 27 salan dîmenên Rêber Abdullah Ocalan derketin û di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk hinek çek şewitandin. Hûn vê pêvajoya ji 27’ê Sibatê heta 11’ê Tîrmehê çawa pênase dikin?
Em pêvajoyê wek Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dikin. Sedsala 20’î wekî her kes dizane bû sedsala têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd. Berdêlên pir mezin hatin dayîn. Bi taybet jî di 52 salên dawîn ên têkoşîna li ser navê Kurd û Kurdistanê de bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê hate meşandin. Ev pêvajo xwe dispêre têkoşîna 52 salan, vê jî hinek encam bi xwe re anîn û niyet ew e ku mirov xwe bispêre van encaman, bi rêbazên cuda têkoşînê ber bi qonaxeke cuda ve bibe. Wateya wê çi ye? Vê têkoşînê pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd ji holê rakir. Yên ku pirsgirêka hebûnê ji bo gelê Kurd derdixist, bê guman hêzên desthilatdar bûn, hêzên sermayeya giştî ya modernîteya kapîtalîst bûn. Bi vî awayî PKK bû tevgera mayîndekirina hebûna gelê Kurd. Li hemberî hêzên desthilatdar û dagirker hebûna gelê Kurd da pejirandin. Mirov dikare bêje ev di têkoşîna me de qonaxa yekemîn bû, qonaxa îspatkirina hebûna xwe. Ji bo me qonaxa duyemîn avakirina jiyana azad e. Ev bi me ve girêdayî ye. Ji ber ku mirov azadiyê ji desthilatdaran naxwaze. Tenê tu bixwe dikarî jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bikî. Ev jî dibe beşa civaka demokratîk yanî di bangewaziya Rêber Apo de jî ew hebû. Yanî beşek aştî ye, beşek jî civaka demokratîk e. Beşa aştiyê beşa ku em ê bi dewletê re bikarin hinek tiştan bi pêş bixin.
* Hinek vê pêvajoyê wek xetereyekî dibînin. Gelo tu xetereya vê pêvajoyê li ser dewlet û welatên herêmê heye?
Ji bo gelan tu xetereya wê tune ye. Ji ber ku gelê Kurd ne hêzeke desthilatdar e. Li hember gelan sûcekî nake. Tevgera me ya Apoyî hîn ji roja destpêkê ve ji bo gelê Kurd, gelê herêmê û tevahî mirovahiyê xizmetê dike. Tenê xwe feda kiriye, têkoşîna demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê daye. Xwedî bername û bîrdoziyeke wisa ye. Ji destpêkê ve tevgereke enternasyonal û mirovahiyê ye, tevgereke jinan e. Ji ber vê jî pêwîst e gelê cîran bi qasî serê derziyê li pêvajoyê nekevin gumanan. Pêwîst e bizanin ev pêvajoya ku wekî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diyar dibe, lê ne wisa ye. Pêvajoyeke herêmî ye, cîhanî ye. Di nava xwe de demokratîkbûna Rojhilata Navîn dihewîne.
* We qala avakirina civakeke azad kir, dendika wê jî komîna demokratîk e. Hûn çawa dikarin avakirin û komîna demokratîk pênase bikin?
Hinek peyv hene bi bîrdoziyên cuda hatine şêlûkirin, xirab hatine nîşandan. Dema mirov tîne ziman wekî ku vedîtineke nû ye. Ne wisa ye. Mînak komîn çi ye? Ji du peyvan tê. Ji komê tê, peyva ku herî baş Kurdan îfade bike ev e. Ji kombûyînê tê. Jiyan bi esas, komî ye. Her tişt komî ye, hevokên em dibêjin jî kombûyîna hin peyvên cuda ye. Têkiliyeke wan dike hevok heye. Zanist dibêje her tişt ji atomê pêk tê, di hundirê wê de elekton û proton, notron hene, ev kombûyînek e. Xweza jî ji tiştên cur bi cur pêk tê û hev temam dike, ev kombûyînek e. Di laşê mirov de kombûnek heye, wê demê heqîqet komî ye. Civakê de jî jin, ciwan, mêr, zarok hene, gelên cuda hene, xweda û xwezayê wisa rengîn çêkiriye, rengînî zimanê hebûnê ye. Ji derveyî rengînbûyînê tiştek din ji xwe re esasgirtin ji derveyî heqîqetê ye. Ji bo wê em dibêjin dendika jiyanê komîn e. Milê wê yê demokratîkbûn çiye, dema mirov komîn bû bi awayek xwazayî ya rastî demokratîk dibî, demokrasî çi ye?
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN