Sê moşek avêtin Tirkên li Başûr
Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:33
- Sê muşek li nêzî gundê Bavyan ê bajarokê Qesrokê yê li Başûrê Kurdistanê ketin.
Sê muşek li nêzî gundê Bavyan ê bajarokê Qesrokê yê li Başûrê Kurdistanê ketin. Qeymeqamê navçeya Şêxan jî da zanîn ku ew moşek ji aliyê Mûsilê ve hatine avêtin û dibe ku armanca moşekan baregeha leşkerên Tirk be.
Qeymeqamê navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê, Serdar Yehya got, “Îro [doh] berî nîvrojê sê moşek li nêzî gundê Bavyan ê ser bi bajaroka Qesrokê ketin. Li gorî zanyariyan ew moşek ji nêzî bajarê Mûsilê hatine avêtin û dibe armanca wan baregeha leşkerên Tirk a li wê deverê be.”
Serdar Yehya da zanîn ti ziyanên canî çênebûne û devera ku moşek jê hatine avêtin jî di bin kontrola hêzên Heşda Şeebî û artêşa Iraqê de ye.
DIHOK