Sax bin berdin, yan na ka hestiyên wan!

Duşem 16 Gulan 2022 - 22:30

  • “Heger sax in û di girtîgehê de ne, berdin. Heger hatine şehîdkirin, gorên wan diyar bikin û hestiyên wan bidin.”

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê, daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Heger sax in û di girtîgehê de ne, berdin. Heger hatine şehîdkirin, gorên wan diyar bikin û hestiyên wan bidin.”

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê li ber derê ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê kom bûn û daxwaznameyek radestî ofîsa parlamenê kirin.

Xizmên şehîdan, li ber deriyê ofîsê wêneyên şehîdên Komkujiya Hewlêrê û Xelîfanê hilgirtin.

Li ber deriyê ofîsê daxwaznameya ji bo parlamena herêmê radestî ofîsê hatî kirin, ji aliyê Xerîb Mihemed ve hate xwendin.

Xerîb Mihemed got, “25 sal di ser komkujiya Hewlêrê re ya ku PDK’ê û dewleta Tirk kiribû, derbas bûn. Li ser çarenûsa wan, tevî hemû hewldanan ti agahî nîne. Em dixwazin çarenûsa zarokên me were eşkerekirin, hikûmet û saziyên peywendîdar bila fermî bersiva me bidin.

Heger hatine şehîdkirin, cihê gorên wan û hestiyên wan bidin. Heger sax in û di girtîgehê de ne, bila azad bikin.

Divê dawî li dagirkerî û şer were anîn, bi taybetî jî dagirkeriya dewleta Tirk. Ev dagirkerî bûye sedema malwêranî, talana jîngeh û xaka Kurdistanê. Ji bo wê pêwîst e parlamen kar li ser vê mijarê bike, ji bo lêkolîna qurbaniyên şerê navxweyî û Komkujiya Hewlêrê, komîsyonekê ava bike. Pêwîst e Serokê Herêmê bi fermî daxwaza lêborînê bike û ji me re bêje, êdî şerê Kurd bi Kurd li Kurdistanê nayê kirin.”

Daxwazname radestî Biryardera Lijneya Karûbarê Civakî û Parastina Mafê Mirovan ya li parlamenê Bedriye Îsmaîl, parlamenter Ebubekir Helednî û Balanbo Mihemed hate kirin.

Wê hewl bidin bigihînin hikûmetê

Piştî wê, parlamenter Balanbo Mihemed ê ser bi fraksiyona YNK’ê got, “Hêvîdar im ku ev ji bo aliyên siyasî bibe dersek ku êdî behsa şerê Kurd bi Kurd re nekin. Bila bibe wesîleya wê ku em bi hev re hewl bidin xebata rewa ya gelê xwe bigihînin encamê. Em ê vê daxwaznameyê radestî serokatiya parlamena Herêmê bikin û hewl bidin radestî hikûmetê jî were kirin. Weke di daxwaznameyê de hatî gotin, heger ne sax in, bila hestiyên wan bidin malbatên wan.” 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.