- Li gelek deverên Kurdistanê û her wiha Ewrûpayê di Roja Şanoyê ya Cîhanê de şanogerên Kurd hatin bi bîr anîn. Di daxuyaniyan û bi bîranîn de hat gotin ku hemû şanogerên Kurd ku şehîd ketine, hunermendên berxwedêr ên civaka Kurd in.
Bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanê, hunermendên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê çalakiyeke bibîranînê li dar xist. Di çalakiya bîranînê de hunermendan diyar kir ku çalakiya fedaî ya şehîd Yekta ya li dijî desthilat û dagirkerên Kurdistanê şoreşek bû û yek ji qonaxên girîng di dîroka gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê de bû.
Di çalakiyê de endamên navendê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn. Endama Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Bêrîvan Dodex di çalakiyê de axivî û şehîd Yekta Herekol bi bîr anî û got: "Çalakiya fedaî ya şehîd Yekta Herekol peyamek kûr e û derbeyek li dijî desthilat û zordaran e. Bi wê çalakiyê serketina vîna gelan li dijî hêzên tarî hat îsbatkirin."
Dûre sînevîzyon li ser qonaxên têkoşîna şehîd Yekta Herekol hat pêşandan. Piştre welatiyê bi navê Zekî Osman û dayika gerîla Sîpan Xelat û rêvebera Komîteya Dayikên Gerîla Fatme Hesen ên ku şehîd Yekta Herekol li Heleb dîtine û pê re demekê mane axivîn. Her duyan bal kişand ser çalakiya wî ya fedaî û diyar kir ku şehîd Yekta di oxira parastina gel, xak û doza xwe de canê xwe da.
Bingeha hevrêtiya rast
Şanogerên Koma Hêv Yekta yên di bin sîwana Navenda Çand û Hunera Mexmûrê û Stêra Zêrîn de xebatên xwe dimeşînin bi wesîleya salvegera şehadeta şanoger şehîd Yekta û Roja Şanoya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê li Rêber Apo, şanogeran û hemû kesayetên berxwedêr pîroz kirin û gotin, “Îro roja şahadeta şanogerê binirx, hunermendê civaka berxwedêr Yekta Herekol jî ye. Em jî wek şopdarên şehîd Yekta, dibêjin ew tasa wî ya ku bi wê germahiya dilê xwe bi civaka xwere parve dikir, îro ji me re bûye yek ji bingehê hevrêtiya rast û hunermendiyê.”
Hêza şano û şanogeriyê
Di daxuyaniyê de bale birin ser zext û zordariya li dijî çand û hunera gelê Kurd û wiha pêde çûn: “Di van salên dawî de, sedemên qedexikirina şanoyên Kurdî û binçavkirina şanogerên Kurd ew e ji tirsa hişyarbûna gelê Kurd û daxwaza wan a bi zimanê xwe û bi azadî hunerkirinê tê. Ev tenê hêza şano û şanogeriyê di nava civakê de radixe berçavan. Mînaka hunermendiya rast ya bi civakê re herî berbiçav şehîd Cûma Xelîl ango (Bavê Teyar) e. Ku li kêleka dehan salan şanogeriyê ji bo civaka xwe, xwe kirina mertal ji bo axa welatê xwe û di oxira wê de şehîdbûne. Ev vîna hunermendên me yên şehîd dibe îlhama hunermendiya rast.”
Ji qirkirin û kapîtalîzmê re na!
TEV-ÇAND Ewrûpa jî, bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û di şexsê şehîd Yekda Herekol (Erdogan Kahraman) de hemû hevrêyên xwe yên hunermend ên şehîd, bi bîr anî. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Her sal 27’ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanî tê pîrozkirin. Di 27’ê Adarê de rol û girîngiya şanoyê ya di nava civakê de ji hemû gavan zêdetir tê nîqaşkirin. 27’ê Adarê ji bo me gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Kesê ku ev wate afirandî Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) e. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî di heman demê de roja salvegera şehadeta hevrê Yekta Herekol e. Em weke kedkarên TEV-ÇAND’a Ewropayê bi wesîleya îro di şevsê Şehîd Yekta Herekol de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û hemû şehîdên hunermend bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz dikin. Bi wesîleya Roja Şanoyê di şexsê Şehîd Yekta de em Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Dagistan, Şehîd Osman, Şehîd Cuma Xelîl (Bavê Teyar) de hemû hunermendên şehîd û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em li dijî jiyana kapîtalîzmê ku mirovan tine dike û jiyana perehebînê, dibêjin şano. Em bang li hemû hunermendan dikin ku ji qirkirina çandî re bibêjin Na û çanda civaka demokratîk xurt bikin.”
Li Kantona Firatê jî şano hatin nîşandan
Navenda Çand û Hunera Baqî Xido jî bi wesîleya Roja Şanoyê ya Cîhanî li eywana xwe du lîstikên şanayo pêşkêş kirin. Bi dehan endamên Navenda Hîlala Zêrîn, çand û hunerê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser di pêşkêşkirina ji bo temaşekirina lîstikan amade bûn.
Şano bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û pişte rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê Kurdê Xebat axivî û got: “Vê rojê rihekî cuda heye. Di vê roja pîroz de ev tiştekî gelekî xweş û bi wate ye. Dema ku em behsa şanoyê dikin, ew rojên berxwedan û têkoşînê tên bîra mirov. Cihê şanoyê di nava civakê de ye û şano nêzîkî giyan û dilê civakê ye. Ji ber vê yekê jî cihê ku şano lê zindî be, ew civak jî zindî ye." Her wiha beriya lîstikên şanoyê sinevîzyonek jî hat pêşkêşkirin. Di dawiya lîstikan de jî şanoger hatin xelatkirin.
Şehîd Yekta Herekol
Şehîd Yekta Herekol (Erdogan Qehreman) şanogerê Kurd e, di Adara 1968’an de li Hozatê yê Bakurê Kurdistanê hate dinê, Komkujiya Dêrsim û Serhildana Qamişloyê jiyaye. Di 27’ê Adara 2004’an de, piştî ku li qada Seedullah El Cabirî ya bajarê Helebê agir berda canê xwe, şehîd bû û li pey xwe mîraseke dewlemend ji hunera şoreşgerî hişt.
ANF/ANHA