‘Rûnîk’ û çûkên koçber ên Halîlaj

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Adar 2024 - 00:15

  • Hunermendê Kosavayî Petrit Halilaj ku li welatê xwe bûye şahidê şerekî dijwar û bi salan di kampan de ma ye. Huner ji piçûkatî ve bûye dermanê trawmayên wî û ew bi  xebatên hunerî serpêhatiyên xwe tîne ziman.

Navê “Runîk” ji cihekî Neolîtîk ê Kosovayê tê ku hunermendê Kosavayî Petrit Halilaj li pêşangeha xwe kiriye. Runîk behsa mefhûmên weke dîrok, şer, hafize, sirgunî û malê dike. Pêşangeha Petrit Halilaj li Museo Tamayo ya Meksîkayê hatiye vekirin. Hunermend Petrit Halilaj ku li Berlînê dijî cara yekeme ku bi armanca pêşangehekê diçe Emerîkaya Latînî. 

Li gor Petrit Halilaj huner tenê ne ew tişt e ku mirov li dinyayê bigere û fêr bibe. Ji bo wî huner behskirina dîroka welatê hunermendekî ye jî û ew hunerê ji bo vî tiştî weke amûrekê bi kar tîne. Bi kar û xebatên xwe çand, dîrok û siyaset ali welatê xwe jî temsîl dike. Weke çûkên ku peykerên wan çêdike ew jî penaber e û diçe kur ji xwe re li wir hêlînekê çêdike da ku tê de aş bibe.

Çûk hêviyê didin wî

Petrit Halilaji di sala 1986’an de hatiye dinyayê. Gava li Kosova şer derdikeve li kampeke penaberan dimîne. Hîna 13 salî ye li kampan xêz dike û resman çêdike. Bi saya psîkologekî di medyayê de jî tê nasîn. Resmên wî yên rengo rengo ku hinek tevlîhev û sofîstîke bûn şer teswîr dikirin. Wî di resmên xwe de cih dida tang, leşker û avahiyên hilweşiyayî. Çêkirina resman li hêlekê gava li kampê dimîne pirr ji çûkan hez dike û û li ser jiyana çûkan dirame. Koçberbûna çûkan pê re hêviyekê çêdike. Ew roj û îro dide pey şopa çûkan û peykerên çûkan jî çêdike. Ew ji qumaş û hesin peykerên çûkan çêdike, peykerên mezin û piçûk. 

Li warên ûtopîk digere

Çûkên Petrit Halilaj çawa ku çavdêriya şer û pevçûnan bikin hatine sêwirandin. Piştî ku “Muzeya Dîrokî ya Xwezaya Kosova” tê girtin gelek çûk ji ber şer koçber bûn û warên terka warên xwe kirin. Her wiha ew li Kosavayê bû şahidê gelek qewimînan û dît ku perperîkên di vê muzeyê de hemû hatine kuştin. Her wiha mala ku tê de çêbûbî jî hatibû şewitandin. Petrit Halilaj vê rewşê bi awayekî helbestî rave dike; “Cihên ku ez lê digerim warên ûtopîk in û ez nizanim ez ê van waran çawa veguherînim rastiyê.”

Başkirina trawmayan bi rêya hunerê

Di pêşangeha “Rûnik” de gelek enstalasyonên çûkan hene û her wiha ajalên din hene. Hin çûkên ku Petrit Halilaj sêwirandiye dişibin bafirokan û ji bo vê hîsê ava bike perikên çûkan bikar aniye. Ev pêşangeh di heman demê de pêşangeheke otobîyografîk e. Petrit Halilaj di vê pêşangehê de hêvî, hezkirin, bibîranîn û xemgîniyên xwe aniye ziman. Ew di zarokatiya xwe fêr bûbû bê ka trawmayên xwe çawa şirove bike û bîne ziman. Huner ji bo wî îfadekirina trawmayan bû û bi vî awayî êşên xwe bi xelkê re parve kir. Yanî hin tiştên herêmî bi babetên gerdûnî rave kir û di vî warî de bi ser jî ket. Petrit Halilaj ji ber şer kesekî bê cih û war bû û ev serpêhatiyên wî di karên wî de tim xwe nîşan dan. Wî bi van karên xwe xwest girîngiya azadiyê û hebûna warekî ji bo insanan rave bike. Ji lewma Petrit Halilaj bi enstalasyonên xwe balê dibe ser sînorên di nava welatan de jî. 

Pêşangeha “Runîk” a Petrit Halilaj di Mijdara 2023’an de li Muzeya Tamayo hate vekirin û heya 7’ê Nîsana 2024’an ew ê vekirî be.

MEXICO CITY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.