Rojnameya Kurdistanê doza azadiyê ye

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:00

ROZA METÎNA / AMED

Rojnameger Rohat Bûlût têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî da zanîn rojnamegeriya kurdî tevî şertên zor jî pêş ketiye û got:”Em wekî Çapemeniya Azad li ser wê bingha ku Rojnameya Kurdistanê ya Mîqdat Mîthat Bedirxan ji me re ava kiriye kar û xebatê doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin.”

Rojnameya Kurdistan bi pêşengiya Miqdat Mîthat Bedirxan di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê ya Misirê hate weşandin. Weşana yekem a li sirgunê pêk hat ji bo bingeheke xurt a rojnamegeriya kurdî di dîrokê de cihê xwe girt. Rojnameya Kurdistan, heta sala 1902'yan bi tevahî wekî 31 hejmar hat weşandin. Rojnameya Kurdistan a ji Cenevreyê heta Londonê jî belav bû ji bo ziman, çand, hunera kurdî û kevneşopiya rojnamegeriya kurdî bû mîladek. Her sal dîroka 22'yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. 

Rojnameger Rohat Bûlût têkildarî 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî nirxandin kir. Rohat Bûlût cangoriyên çapemeniya kurd jî bîr anî û got:"Her kedkarekî  Çapemeniya Azad di wê hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ji bo azadiyê de ye. Lewma jî bi tu awayî gav şûnde navêje, ew ala û pênûsa têkoşînê ya Miqdat Mîthat Bedirxan, Apê Mûsa û Gurbeteliyan li erdê nahêlin."

Têkoşîna li dijî serdestiyê 

Rohat Bûlût da zanîn rewşenbîrên malbata Bedirxaniyan  wekî xebateke rêxistinî dest bi xebatên çapemenî û weşangeriyê dikin û wiha got:”Beriya ku em werin ser 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî pêwîst e em hinekî şert û mercên wê demê binirxînînin. Lewre di wê serdemê de li Rojhilata Navîn û Cîhanê konjektor diguherî, hevsengiyên heyî  nema dikarî xwe li pêşberî herikîna dîrokê û êrîşên serdestan bigirin. Ev rewş ji bo me Kurdan jî derbasdar bû. Împaratoriya Osmanî ya ku roj bi  roj hêza xwe winda dikir li ser erdnîgariya Kurdistanê serdestiya xwe diparast û hewl da ku mîrekiyên Kurdan tune bike. Di encamê de li dijî vê serdestiyê li Kurdistanê serdema serhildanan dest pê dike. Lê serhildanên Kurdan bi têkçûnê bi dawî dibin. Serhildan û malbatên ku têk diçûn dihatin mişextkirin.  Mînakî malbata Bedirxaniyan yek ji wan bû. Lê dest ji têkoşînê bernedan û bi rêbazên cûda xwestin zordariya li ser gelê Kurd ragihînin û gelê Kurd şiyar bikin. Belê di rewşeke wiha de ji rewşenbîrên malbata Bedirxaniyan  wekî xebateke rêxistinî dest bi xebatên çapemenî û weşangeriyê dikin.” 

Rojnameya Kurdistanê doza azadiyê ye

Rohat Bûlût ê bal bir ser armanc û girîngiya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî wiha got:”Bi pêşengiya Mîqdat Mithat Bedirhan di 22’yê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya bi navê  “Kurdistan”ê li Qahîreya Misrê dest bi weşanê dike. Daxwazên wan ew e ku Kurd ronî bibin û cîhanê nas bikin. Rojname cih dide zext û bacên li ser Kurdan. Gelê Kurd jî ji derketina rojnameyê kêfxweş e û xwedî lê derdikevin. Di nameyên ku ji rojnameyê re hatine şandin de tê gotin ku dewlet pêşiya xwendina rojnameyan digire û kesên rojname dixwînin ceza dike. Lê xwendevan bi nameyên xwe diyar dikin ku tevî her tiştî ew piştgiriyê didin rojnameyê. Ji vê yekê em têdigihin ku gelê Kurdistanê rojnameyê hembêz dike. Belê temenê Rojnameya Kurdistanê 4 sal in û bi giştî 31 hejmaran dertê, lê belê ev dibe bingeha ji Rojnamegeriya Kurdî ku îro em li ser wê kevneşopiyê têkoşîna doza Kurdî radigihînin. Ji lewre jî armanca Rojnameya Kurdistanê pîroz e û ji bo wê jî roja (22’yê Nîsana 1898’an) destpêka vê armancê ji bo me gelekî girîng û dîrokî ye.  Em wekî Çapemeniya Azad li ser wê bingha ku Rojnameya Kurdistanê ya Mîqdat Mîthat Bedirxan ji me re ava kiriye kar û xebatê doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin.” 

Têkoşîna çapemeniya azad 

 Rohat Bûlût têkoşîna di qada çapemeniya azad de jî wiha nirxand:”Wekî me anî ziman di serdema Osmaniyan de zext û zor li ser Rojnameya Kurdistanê hebû û di serdema Komara Tirkiyeyê de jî heman zext û tundî bi dawî nebûye. Dema em berê xwe didinê ji Rojnameya Kurdistanê heta niha bi dehan kovar û rojnameyên Kurdî hatine girtin. Tundî li rojnameger û weşangerên Kurd, nivîskar û rewşenbîrên Kurd hatiye kirin. Her wiha hatine girtin, kuştin û ceza li wan hatine birîn. Lê belê ew têkoşîna bi vîn a ku di 22’yê Nîsana 1898’an de bi Rojnameye Kurdistanê hatiye destpêkirin, armanc û xeyalên pêşengên wê îro di Çapemeniya Azad de em dibînin.” 

Ala wan li erdê nahêlin

Wekî gel û netew em li dijî serdest û dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê kirine çar parçe têkoşînekê didin. Di her qadê de ev têkoşîn heye. Têkoşîna siyasî, nasnameyî, çandî, zimanî û bi giştî azadiya gel û erdnîgariya Kurdistanê tê dayîn. Yên ku vê têkoşînê dibîne, radigihîne û hişmendiyeke Kurdî û neteweyî dide avakirin û pêşve dixe çapemenî ye. Ji Rojnameya Kurdistanê bigire heta niha çapemeniya Kurdî li ser vê hişmendî û bingehê xebatên xwe meşandiye. Çapemeniya Azad wekî duh, îro jî ji ber kar û xebatên xwe yên pîroz ên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê dike bi êrişên dewlet û desthilatiyê yên sîstematîk rû bi rû dimînin. Lê belê her kedkarekî  Çapemeniya Azad di wê hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ji bo azadiyê de ye. Lewma jî bi tu awayî gav şûnde navêje, ew ala û pênûsa têkoşînê ya Miqdat Mîthat Bedirxan, Apê Mûsa û Gurbeteliyan li erdê nahêlin.”

Wê 22’yê Nîsanê li girtîgehan pêşwazî bikin 

Rohat Bûlût bi lêv kir ku wê rojnameger li girtîgehan roja 22'yê Nîsanê pêşwazî bikin û wiha got:”Bi taybetî jî li Tirkiye û Kurdistanê bi her awayî mafên gel û civakê tê binpêkirin û bi tundiyeke mezin rû bi rû dimîne. Rojnameger jî li dijî vê neheqiyê bi wijdanê xwe, bi kar û xebatên xwe hewl didin pêşî li vê rêveçûnê bigirin. Lê mixabin rojnamevan jî ji van tundî û êrîşên li ser civakê para xwe digirin. Ji salên 90’î ve ye bi dehan rojnameger ji ber zext, tundî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk derxistine holê û ragihandine bi êrişan rû bir û mane, hatine girtin û di îşkenceyên giran re derbas bûne û hatine kuştin. Bi sedan rojnamevan ketine zindanan û hêj jî rojnamevan tên girtin. Niha jî bi dehan rojnamevan di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de dîl tên girtin. Belê hevalên me yên girtî di warê wijdan de gelekî rihet û serbilind in ku ji ber kar û xebatên ji bo azadiyê kirine û her wiha ku binpêkirina mafên mirovî ragihandine. Lê li aliyê din jî gelekî zehmet e ku çav û guhê civakê yanî rojnamevanek girtî be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.