Tirkiye Sûriye Îran û Iraq xeternak in

Şemî 3 Gulan 2025 - 03:25

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) beriya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê endeksa salane weşand.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ku ji aliyê RSF'ê ve hate eşkerekirin, li nava 180 welatan sê ji çar parên wan medya û rojnamevan bi rewşeke 'bi pirsgirêk', 'zehmet' an jî 'gelekî cidî' re rû bi rû ne. RSF ku navenda wê li Parîsê ye, destnîşan kir ku 'cara yekê ye' di asta navneteweyî de rewş ewqasî 'zehmet' dibe û bi mînaknîşandana DYE’yê ragihand ku astengiyên aborî zêde bûne. Norwêc 9 sal in li ser hev di rêza destpêkê de ye. DYE bi du rêzan daket jêrê û piştî Sierra Leone kete rêza 57'an. Li gorî vê yekê; di nava 180 welatan de Tirkiye di rêza 159’emîn de cih digire. Tirkiyeyê di sala 2024’an de di rêza 158’emîn de cih digirt û îsal rêzekê paş ket. Li gorî RSF’ê Tirkiye jî di nava kategoriya “Pir xeternak” de cih digire. Ev kategorî, ji bo 42 welatên ku azadiya çapemeniyê hema hema qet lê tune ye û karê rojnamegeriyê lê xeternak e. Tirkiye jî di vê kategoriyê de cih digire. Her wiha welatên li gorî ‘Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê’ ya RSF’ê welatên Iraq, Îran û Sûriye jî di rêzên dawî de nav welatên ‘pir xeternak’ de cih digirin. Li gorî îndeksê; Iraq di rêza 155, Îran di rêza 177 û Sûriye jî di rêza 177’an de cih digirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku GAFAM (Google, Apple, Facebook, Amazon û Microsof) ku pareke zêde ya hatineya reklaman bi dest dixin, bi naveroka xwe ya manîpulekirî yan jî xapandinê çapemeniyê difetisîne. Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de welatên Eritre, Koreya Bakur û Çîn di rêzên herî dawî de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.