Medyaya azad qebûl nakin

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:55

Rojnamevan Hawjîn Şiwane bal bire ser azadiya karê rojnamevanî ya li Başûrê Kurdistanê. Hawjîn got ku li Herêma Kurdistanê medyayek zêde heye, lê piraniya wan di bin destê hizb û desthilatê de karê xwe dikin û got:“Gelek ciwanên me hene karê medyayê dikin, lê ji ber rewşa aboriya giran ku desthilatê avakiriye, neçar in li saziyên di bin sîbera hizb û desthilatê de kar bikin. Li Herêma Kurdistanê azadiya karê rojnamevanî roj bi roj tengtir dibe, ev yek hemû ji ber êrişên dewam yên dagirkeran ku bi salane dijî gelê Kurd pêk tîne û bi dehan ciwan şehîd dibin. Bi dehan ciwan ji bo azadiya niştimanî, rojnamevanî, fikir û raman şehîd bûne.”

Rojnamevan Hawjîn da zanîn ku ew bi binçavkirina Silêman Ehmed gelek xemgîn e, ji ber ti agahî jê nayê girtin û got:“Eger Silêman Ehmed were girtin û windakirin jî, wê bi dehan Silêman Ehmed çêbibin. Desthilat ji ber ku ji Silêman Ehmed gelek ditirse, nahêle parêzer wî bibînin. Heya kêliya dawî Silêman Ehmed ji bo nîştiman û li gorî pîvanên exlaqî karê xwe kiriye. Nahêlin bê dadgehkirin, ev jî dihêle ku hemû xelkê Kurdistanê bizane ev yek senaryoyek a desthilatê ye û her kes dizane li Herêma Kurdistanê çi diqewime. Desthilat ketiye bin bandora dagirkeran de, çawa dibe ew li gorî zihniyeta dagirkeran nêzî Kurdan bibin. Desthilat hertim behsa demokrasî û azadiyê dike, lê mixabin a ku em dibînin berovajiyê vê ye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.