Jinên rojnamevan wê serê netewînin

Duşem 23 Îlon 2024 - 18:00

  • Rojnameger Fexredîn Kiliç êrîşa li ser rojnamevanên jin weke êrîşeke sîstematîk bi nav kir, diyar kir medyaya sereke ya Tirk bûye amûreke propagandaya AKP-MHP’ê û ji ber vê civak bi xebata Çapemeniya Azad ji rastiyê haydar dibe û xwest ku civak di şexsê rojnamevanên jin de xwedî li Çapemeinya Azad derkeve.

ROZA METÎNA/AMED
Piştî ku tora fihûşê ya bi konsepta polîtîkaya şerê taybet a li Colemergê tê rêvebirin ji alî rojnamevana JINNEWS’ê Rabîa Onver hatibû deşîfrekirin, Onver kete hedefa hêzên dewleta Tirk û bi ser mala wê de girtin. Onver bi nûçeya xwe kesên sûcê fihûş û madeyên hişbirê dikin teşhîr kiribû û nîşan dabû ku ev kes çawa ji alî hêzên dewletê ve têne parastin.
Rojnameger Fexredîn Kiliç dijî hedefnîşandana Onver û girtina bi ser mala wê de helwest nîşan da û got,’’Li şûna kesên ku karê hişbirê û fihûşê dikin bên cezakirin. Hevala me ya ku ev heqîqet ji civakê re ragihand dibe hedef.”

Dewlet naxwaze ciwan xwe nas bikin
Fexredîn Kiliç bi bîr xist ku beriya niha li dewleta Tirk rejîma talan û dagirkeriyê qeyûm aniye ser Şaredariya Colemergê, polîtîkaya şerê taybet ku li Colemergê ji alî rojnamevan Rabîa Onver hatî deşîfrekirin û rejîma qeyûm bi hev ve girêda û got,’’Dewleta naxwaze ciwan xwe nas bikin û ziman, çand û dîroka xwe bizanin li ser wan bi rêbazên cuda polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Bi rêya alîgir û kesên piştevaniya wan dikin bi rêya leşker, polîs, cerdevan û notirvanan ciwanan dielimînin hişbirê, fihûşê li wan ferz dikin. Dema em li nûçeya hevala me Rabiayê çêkiriye dinêrin, Bavê Ayşegul Akdogan a tundiyê li zaroka 17 salî P.K. dike cerdevan e û kekê wê binefser e. Hevala me jî ji ber ev çeteya perçeyekî şerê taybet e, li Colemêrgê ava bûye û bi destê dewletê tê parastin teşhîr kir bû hedef û bi ser mala wê de girtin. Şûna ku kesên karê hişbirê û fihûşê dikin bên cezakirin. Hevala me ya ev heqîqet ji civakê re ragihand dibe hedef.”

Êrîşên li ser rojnamevan sîstematîk e
Fexredîn destnîşan kir ku li ser rojnamevanên jin êrîşeke sîstematîk heye, êrîşa bi SÎHA’yên Tirk a li Silêmanî ya li ser rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr xist û got ev geşedan ji hev ne qut in. Fexredîn got,’’Tevî qetilkirin, binçavkirin, zext û zor û êrişên dewleta mêrsalar rojnamevanên jin tu caran bi paş ve gav neavêtin û karê xwe yê ragihandina heqîqetan a ji raya giştî re domandin. Têkoşîna heyî ji zextan re bersivek e û dide nîşandan ku wê hevalên me yên jin ên rojnameger li dijî vê pergala mêrsalar tu caran çok daneynin. Wê jinên rojnameger serî netewînin.” 

Çapemeniya azad bi roleke girîng radibe
Rojnamevan Fexredîn destnîşan kir ku li Tirkiyê medyaya sereke bûye amûra propagandayê ya AK-MHP’ê, bi xebata çapemeniya azad û dezgehên çapemeniyê yên muxalîf civak ji rastiyê agahdar dibe û got,’’Bi taybetî di mijara binpêkirinên mafên mirovan, tundî, îşkence, girtin, binçavkirin, qetilkirin a dewletê û hêzên girêdayî wê de Çapemeniya Azad roleke gelekî girîng dilîze. Bi taybetî li Kurdistanê, li gelek deverên din çapemeniya azad rastî derxistine holê û civak bi awayekî rast agahdar kiriye.’’

Rola rojnamevanên jin dertê holê
Bi berdewamî rojnamevan Fexredîn diyar kir xasma jî li Kurdistanê ku ne ji Çapemeniya Azad be wê veşartî bimînin û got,’’Li vir rola jinên rojnameger ên bi pênûsê jinê dinivîsinin jî derdikeve holê. Ji ber ku pergala mêrsalar çawa ku roj nîne jinekê nekuje, tundiyê dike, di kesayeta jinan de fihûş, hişbir û tiryakê ferzî ciwanan dikin. Ji bo teşhîrkirina polîtîkayên taybet ên di kesayeta jinan de li ser civakê tên meşandin rol û rista rojnamevanên jin gelekî girîng e. Ji ber vê yekê divê civak di kesayeta rojnamevanên jin de xwedî li Çapemeniya Azad ku deng û guhê raya giştî ye derkeve.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.