Rojava ji Rojava gelekî mezintir e
Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:09
- Heval Dîlan: Em bang li her kesî dikin, bikevin nav çalakiyên me û parastina şoreşê bikin. Nexasim li Elmanyayê, divê her kes tevlî çalakiyan bibe.
BARIŞ BALSEÇER
Di ser Şoreşa Rojava re 10 sal dibihurin. 19'ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê gava pêşî ya Şoreşê hat avêtin. Mekanê azadiyê yê şoreşê ji bo gelek înternasyonalîstan jî li dijî mehtingeriya li ser kedê ya sîstema kapîtalîst, bû cihekî ku berê xwe bidinê. Gelek înternasyonalîstan ji bo ku şoreşê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mîna DAIŞ'ê biparêzin berê xwe dan Rojava.
Yek ji wan jî Roza Schneider, bi navê xwe yê şoreşgerî Heval Dîlan e. Dîlan, beriya qederê 4 salan ji Elmanyayê tevlî nava refên şoreşê bûye. Di dema çalakiyên ji bo Berxwedana Kobanê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. Serketina li dijî DAIŞ'ê tesîreke mezin lê dike: “Wêneyên YPJ'ê li seranserê dinyayê dihatin parvekirin. Wê gelekî bala min bire ser xwe. Min lêkola, xwend. Ez bi hêza wan a îdeolojîk hisiyam. Analîzên wan ên li ser sîstema baviksalar û li ser Kapîtalîzmê kirin ku ez bibim heyranê wan.
Gava ku êrişa dagirkeriyê li dijî Efrînê dest pê kir, Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) şehîd bû. Û Lêgerîn Çiya jî di qezayekê de şehîd bû. Min li ser jiyana van her du hevrêyan xwend gelek tesîr li min kir. Min ji xwe re got, 'Li vê dinyayê mirovên welê hene, ji bo ku xewna Rojava pêk were û were parastin, her tişta xwe feda dikin.' Li ser vî esasî tevlî nav refên şoreşê bûm.
Xisûsa din jî têkoşîna antîfaşîst hatina Rojava ji bo min kir wezîfeyek. Çaxê şervana YPJ'ê Barîn Kobanê li Efrînê şehîd bû,biryara min zelal bû. DAIŞ'ê cenazeyê wê parçe parçe kir. Ev dijminahiya li hember jinê ya herî dijwar bû. Diviyabû bêm Rojava û di dawiyê de hatim.”
Ne tenê li Bakur
û Rojhilatê Sûrî ye
Li gorî wê Rojava ji Rojava gelekî mezintir e: “Rojava ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye. Ji Brezîlya, Emerîka Latîn, Ewrûpayê mirov hatin vir. Wan ev şoreş weke ya xwe dît. Îro, bi dehan şehîdên înternasyonalîst, nîşana vê ya herî eşkere ne. Mirovên me li ser vê rêyê nirxekî gelekî mezin ava kir. Van hevrêyên me xwe weke mêvan nedît, xwe weke beşek ji civakê dît. Wan ev têkoşîn weke ya xwe dît. Ji ber ku gelek hevrêyên jin hatin vir, vê gelekî tesîr li min kir. Ew li vir rêbazên teqez ên rizgarbûna ji sîstema baviksalar dibînin. Lê vir ew lê serwext dibin ka çawa lîberalîzm êrişî jinan dike, di siyaseta komkujiyê ya li dijî jinan a kapîtalîzmê digihin. Ew hêzê ji jinên têkoşer digirin. Têkoşînê ber bi welatên xwe ve dibin. Ev tecrûbe hêviyê dide mirovan”
Ji bo Rojava ya esas jiyan e
Heval Dîlan bi bîr dixe ku sîstema kapîtalîst xwe disipêre şidetê, Rojava li dijî vê alternatîfê ava dike û dibêje, “Sîstema Kapîtalîst esas li gorî berjewendiyan xwe tev dide û nexweş e. Nabe ku em ji bîr bikin, Kapîtalîzmê xizanî, krîza avhewayê, çanda destavêtinê, emperyalîzmê û heta şer jî ava kiriye. Ji ber ku berjewendiyên aborî li pêşiya şer tên bicihkirin, sinifandina weke 'subje' û 'obje' derdikeve holê. Di kapîtalîzmê de 'rêveber' û 'yên tên birêvebirin' hene. Ev awayekî hizirînê yê ji jor ber bi jêr ve hiyerarşîk e. Sîstem hebûna xwe bi şidetê diparêze.
Şoreşa Rojava dijberê vê sîstemê ye û hêzeke ku li ber vî mentiqî radibe. Projeyeke welê ye ku jiyanê ji xwe re dike esas. Şoreşa Rojava dibêje, “Heger em sosyalîzmê cihê şirove bikin, lê bifikirin û ji nû ve ava bikin, civakê bi rengekî din bi gewde bikin, wê bibe jiyaneke nû. Ji ber wê hêza Rojava divê teqez bê parastin”
Divê em Rojavayên nû ava bikin
Heval Dîlan dibêje, ew gefxwarinên Erdogan cidî digirin û ji bo parastina şoreşê bang li xelkê li Ewrûpayê jî dike:
“Piştgiriya navneteweyî gelekî muhim e. Em nikarin bi tena serê xwe Rojava biparêzinê. Ji bo parastina Rojava, divê li navendên kapîtalîzmê xelk bi xurtî dakeve kolan û meydanan, bi çalakiyên mezin ên protestoyî, divê rûyê qirêj ên van hêzan bê teşhîrkirin. Pêdiviya me bi vê piştgiriyê heye.
Niha du kampanyayê înternasyonalîst dewam dikin. Yek jê ya Women Defend Rojava ye û ya din jî ya Rise Up For Rojava ye. Em bang li her kesî dikin, di çarçoveya van kampanyayan de bila bikevin nav çalakiyên me û parastina şoreşê bikin. Nexasim li Elmanyayê, divê her kes tevlî çalakiyan bibe. Lewma heger êrişî Rojava bê kirin, di warê peywendiyên dîplomatîk û aborî de yên bi Tirkiyeyê re Elmanya wê bi rolekê rabe.
Divê em bibêjin,'Faşîzm û kapîtalîzm ne sîstemên dawî yên jiyanê ne. Alternatîfa wê Rojava ye.' Divê em li gelek deverên dinyayê Rojavayan ava bikin.”