Rojava bersiv da û  29 dagirker kuştin

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 17:40

  • Hêzên QSD´ê di çalakiyên bersivdanê de 23 leşkerên Tirk li ser xeta sînor kuştin. HRE´yê jî li Bab, Ezaz û Şerayê 6 leşkerên dagirker kuştin.

Li dijî êrişên bi dronan ên dewleta Tirk, QSD`ê çalakiyên tolhildanê li dar xistin. Di van çalakiyan de 23 leşkerên dewleta Tirk li ser sînor hatin kuştin. HRE´yê jî bi çalakiyên bersivdayînê 6 dagirker kuştin.

QSD`ê ragihand ku ji bo hilanêna tola şehîdan, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, 3 çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di wan çalakiyan de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî rêzeçalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyek da.

QSD`ê got, “Di demên dawîn de êrişên artêşa Tirk a dagirker li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Artêşa dagirker her roj êrişên topbaranê dike û di demên dawîn de jî êrişên bi balafirên bêmirov zêdetir kirine. Di van êrişan de hem ji gelê me, hem jî ji hêzên leşkerî gelek şehadetên giranbûha çêbûn. Tenê ji destpêka meha Tebaxê ve 2 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 10 zarok û 3 jin, bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn.”

QSD`ê di dewamê de li ser rêzeçalakiyên hêzên xwe ev agahî parve kirin:

“Ji bo tolhildana şehîdên xwe, di çarçoveya bersivdayînê de di 8’ê Tebaxa 2022’yan de li ser sînorê bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Di çalakiya destpêkê de seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Seyareya zirxî hat rûxandin.

Di çalakiya duyemîn de panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha panzer hat rûxandin.

Di çalakiya sêyemîn de jî panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, panzer hat rûxandin.

Di van her sê çalakiyan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”

QSD`ê her wiha soz da ku ti êrişên li hember gelê xwe bê bersiv nehêle.

HRE´ê fermandarek û 5 leşkerên Tirk kuştin

HRE´yê jî da zanîn ku wê 5, 6 û 7´ê Tebaxê çalakiyên bersivdayênê li dijî dagirkeran li dar xistine. Di çalakiyên HRE'yê yên li Bab, Şera û Ezazê de yek jê fermandar herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 5, 6 û 7'ê Tebaxê de li dijî dagirkeran çalakî kirine. HRE got, "Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember heremên me têne kirin, di rojên 5, 6 û 7'ê Tebaxê de, li Bab, Şera û Ezazê hêzên me çalakiyên bersivdayînê kirin” û wiha behsa çalakiyan kir:

Di 5’ê Tebaxê de, li Babê, di baregeheke artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hatin îmhakirin.

Di 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê girêdayî navçeya Şerayê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat kirin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de derb li tankek û 3 obusan hat xistin.

Di 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxaneya baregehê hat îmhakirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.