Li Parîsê bi kuratoriya Bîlal Ata Aktaşî pêşangeha pirr hêlî ya bi navê “Qut” hat lidarxistin. Pêşangeh de heta 21’î Nîsana vê mehê vekirî be.
Di pêşangehê de axavtin, performans û danasîna pirtûkan heye. Her wiha ji gelek dîsiplînên din ên hunerî jî dê nimûne werin nîşandan. Bîlal Ata Aktaş pêşangeha bi navê Qut bi vî rengî pênase dike; “Pêşangeha me xwe dispêre tansiyona pirrhêliyên qada giştî û berxwedanên jiyana rojane.”
Yek ji karên di pêşangehê de jî karê hunermendê Kurd Hogir Ar ê bi navê “Pirsgirêka Nasnameyê” ye ku ji vîdeo-artekê pêk tê.
Komara Tirk li dijî nasnavên kêmar tevdigere
Hogir Ar ji bo projeya xwe dibêje, “Ev proje, xebateke vîdeo-art e ku rexneyê li ferzkirina nasnava serdest digire.” Û wiha dewam dike, “Nîqaşa nasnavê rajêr û nasnavê raser nîqaşeke wisa ye ku di navbera dewletên dûmahîka împaratoriyên pirnetewe yên ku netewesaziya xwe dereng bi dest xistine û dewletên kapîtalîst ên mezin de dest pê kiriye ku ev nîqaş encama guhertina dînamîkên nifûsê ya pêvajoya mêtingeriyê ye. Ev nîqaşa nasnavê rajêr û nasnavê raser ne li ser bingehekî wisa ava dibe ku karibe mafê hindikahiyan biparêze ku derfeta wan kêmaran a netewesaziyê êdî nemaye.
Zêhniyeta Tirkan a ku nekarî hegemonyayeke çandî ava bike, tercîha xwe wisa kir ku vê rewşê aloztir bike û li dijî nasnavên hindikahiyan tevgeriya. Dizanin ku bêyî hegemonyaya çandî ew ê nikarin serokatî û desthilatdariya xwe ava bikin, loma dixwazin nasnavê Tirkiyeyê li ser miletên din ferz bikin.”
PARÎS