Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo hat vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:19

Pîrozbahiya ji bo merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo rastî eleqeyeke mezin hat. 

Çalakiya pîrozbahiyê ya merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, li Navenda Çandê ya Kozyatagiyê ya li Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Berdevka Partiya Wekhevî Û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) AYşegul Dogan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, rêveberiya HEDEP'ê ya Stenbolê û hunermend jî di nav de gelek kes tevli merasîma vekirina Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo bûn.  

Di çalakiyê de ewilî hunermend Kemal Yildirim axivî. Yildirim anî ziman ku bi rojeke dîrokî re rû bi rû ne. Yildirim da zanîn ku kurd di warê çandî û gelek warên din de bi sed sal in li ber xwe didin û got: "Ev berxwedan ji bo me pirr girîng e. Ji lew re ev berxwedan ji bo azadiya me û hebûna me ye. Kurd divê ji bo nasnameya xwe, çand û zimanê xwe li ser pêyan bin û li ber xwe bidin. Ev dibistan jî ji ber vê pirr girîng e. Îro me Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ava kir. Em ji ber vê pir kêfxweş û serfiraz in." 

Paşê Çîrokbêj Ayhan Erkmen axivî. Erkmen gava behsa jiyana Egîdê Cimo kir, şagirtê Egîdê Cimo Miroyê Qanat jî li meyê xist. Di çalakiyê de sînezvîyonek jî hat nîşandan. Çalakî bi konsera JINma'yê bi dawî bû. 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.