60 peyker ji bo hunermendên Başûr û Rojhilat

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:34

Li bajarê Silêmaniyê pêşangeheke peykeran ji bo 19 peykersazên Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê hate vekirin û pêşangeh bi giştî wê 5 rojan dewam bike.
Li Salona Neteweyî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê, ji aliyê Navenda Hewt Renge di pêşangeheke peykeran de 60 peykerên 19 hunermendên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin nîşandan.

Serpereştyarê pêşangehê Bextiyar Reşîd têkildarî pêşangehê got, “Navenda Hewt Renge ev sala duyem e ku pêşangeheke peykersaziya Kurdî vedike. 19 peykersazên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi 60 peykerên bi mezinahiyên cuda beşdarî pêşangehê bûne.”

Bextiyar Reşîd da zanîn ku çarçoveya pêşangehê ji du mijaran pêk tê ku ew jî portreyên şexsî û çîrokên Kurdî ne û got; “Pêşangeh dê pênc rojan dewam bike û em ê hewl bidin, di salên pêş de qada pêşangehê berfirehtir bikin da ku hunermendên din jî tê de cih bigirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.