HERÊM QADIR / ROJNEWS
Di nava çend salên bihurî de ji ber serdestiya şano û dramayên hunerî yên biyanî, bi taybetî yên Tirkî, berhemên hunerî yên herêmî û hunermendên Kurd hatine paşguhkirin û Herêm bi giştê giringiyê nade bi van berheman. Hunermendên ku li Başûrê Kurdistanê ne, ji vê yekê nerazî ne, û ew fikaran ji vê helwêstê dikin.
Qeyrana qederê 10 salan a heyî bandora xwe li huner jî kiriye ku hunermend nikarin drama û berhemên xwe hilberînin. Hikûmet jî guh nade daxwaz û pirsgirêkên hunermendan. Hunermendan derbarê rewşa hunerî ya li Başûrê Kurdistanê de jî axivîn.
30 senaryo hene lê derfet nîne!
Hunermend Behadîn Helebceyî bal bire ser pirsgirêkên ku asta hunerî kên kirine û got: “Tevî qeyrana darayî, heta astekê li Silêmanî û Helebceyê, kesên dilsoz û hunermend hewl didin ku karê hunerî dewam bikin. Lê diviyabû huner ji asta niha ya heyî, bipêşketîtir ba. Ji ber dabînnekirina budce û alîkarî nedayîna aliyên peywendîdar, niha 30 senaryo di destê me de hene, lê em nikarin bikin drama û pêşkêş bikin. Beşek ji sedeman jî rewşa xirab a darayî ye ku bi giştî rewşa huner lawaz kiriye.”
Wezareta çandê heye lê…!
Behadîn Helebceyî rexne li hikûmetê kirin û got: “Hikûmet girîngiyê nade bi huner û huner weke tiştekî bê qîmet dibîne. Wezareteke me heye, lê tişta heyî ew e ku bi keda hunermendan di hemû qadan de tê hilberandin, ne bi destê hikûmetê.”
Em pirr bi paş ve ketine
Hunermend Mistefa Ehmed ê ku temenê wî di ber huner û xizmeta çanda Kurdî de bihuriye, derbarê heman mijarê de wî got, “Li gorî min rewşa huner ne baş e, roj bi roj ber bi kêmbûnê ve diçe. Nêzîkî çaryeka sedsala 21’ê derbas bûye, lê huner li Başûrê Kurdistanê ti bipêşketinek nedîtiye. Rewşa huner û çandê diviyabû gelek serdest bûya, lê ji ber ku karên kesên nezan û bê tecrube, li hemberî geşepêdana huner û çandê bê xem in çand û huner serdest nebûye. Lewma qeyran çêbûye û dilê hunermend û rewşenbîran xemgîn bûye. Li gorî vê serdemê, salên 1970 û 1980’yî, rewşa hunerî di asteke bilindtir de bû ku jê re serdema zêrîn ya hunerî tê gotin. Lê piştî 30 heta 40 salan bi pêşketina alav û amûran, karê hunerî pir paş ve maye.”
Nan û şanoyek bes bû ji bo miletekî hişmend
Hunermend Mistefa Ehmed xemgîniya xwe ya ji ber rewşa hunerî ya li Başûrê Kurdistanê anî ziman û dawiyî got, “Rast e, liv û tevgerek ji bo dewamkirina huner ji aliyê kesên dilsoz ve heye, lê tişta ku em dixwazin li cihê cih pêk nehatiye. Berê digotin, nan û şanoyekê bidin min ez ê miletekî hişmend bidim we. Ji ber vê yekê huner, şano û çand giraniya îmtîhanê ya bipêşketina her civakekê ye."