- Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, govendên gelêrî yên rengîn çîrokên çandî yên kûr bi xwe re tînin.
Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), bi hevkariya Komîna Govendê, 7’emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer li dar dixe. Festîval di bin dirûşmeya “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” de sê rojan dewam dike. Ev festîval, bi beşdariya 23 komên govendê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, platformeke yekta ye ji bo parvekirina çand û mîrateya pêkhateyên cihêreng, ku bi govendan dîrok û hestên gelan zindî dike.
Endama Komîteya Amadekar Meryem Hesen behsa armanc û organîzasyona festîvalê kir.
Di Sala 2015’an de li Rimêlanê dest pê kir
Meryem Hesen diyar kir ku festîval yekemcar di sala 2015’an de li Rimêlanê hatiye lidarxistin û wiha got: “Festîvala Şehîd Ronahî Bawer ya govenda gelêrî berê her du salan carekê dihate organîzekirin. Îsal, em 7’emîn festîvalê li Qamişlo, di bin dirûşmeya ‘Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke’ de li dar dixin. Me xwest îsal festîval bi rengekî cuda be, ji ber vê yekê me ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê komên cihêreng dawet kirin, da ku her pêkhate çanda xwe bi govendan bi gel re parve bike.”
‘23 kom çandên xwe bi govendan pêşkêş dikin’
Meryem Hesen behsa bernameya festîvalê kir û got: “Festîval sê rojan dewam dike. Di roja yekem de, 7 komên ji bajar û pêkhateyên cihêreng, di nav de koma Ermenî û komên ji Reqayê, Dihokê, Kobanê, Amûdê û Efrîniyên li Helebê, govendên xwe pêşkêş dikin. Di roja duyem de 11 kom, û di roja sêyem de jî 5 kom ji bajar û pêkhateyên cuda beşdar dibin. Bi giştî 23 kom di festîvalê de cih digirin. Di dawiyê de xelat tên belavkirin. Ji bo amadekirina festîvalê, me 3 mehan perwerdeyên govendê dane da ku em bi gelê xwe re festîvaleke rengîn û serkeftî derbas bikin.”
‘Em dixwazin çandên xwe bi hev re nas bikin’
Meryem Hesen zehmetiyên amadekariyê anî ziman û wiha dewam kir: “Amadekirina festîvalê ne hêsan bû. Hin caran kom bi temamî li hev nedikomiyan an jî hejmara endaman kêm bû, lê tevî van zehmetiyan, me perwerdeyên serkeftî bi rê ve birin. Armanca me ew e ku di pêşerojê de Festîvala Şehîd Ronahî Bawer li her çar parçeyên Kurdistanê were lidarxistin û ji hemû bajarên cihêreng kom beşdar bibin. Em dixwazin hemû pêkhate bi yek rihê çandên xwe nas bikin.”
Meryem Hesen di dawiyê de bang li ciwanan kir: “Ez bang li ciwanan dikim ku tevlî xebatên çandî bibin, da ku em bi hev re çandên xwe biparêzin û nas bikin.” ZEYNEB ÎSA /JÎNHA/QAMIŞLO
* * *
‘Em li mala xwe ne’
7`emîn Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer ku 15`ê Îlonê (2025) bi beşdarbûna 23 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez, Êzidî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kir, berdewam dike.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, Tîpa Dihokê ya Hunera Milî ku ji bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hatiye jî, hunera xwe pêşkêş kir.
Derbarê tevlîbûna komê ji bo mîhrîcanê de me nerîna yek ji endamên koma Dihokê Mîr Umer Mihemed Emîn Ezîz girt.
Mîr Ezîz diyar kir ew kêfxweş in ku hatine herêmê û wiha got: “Beriya niha me bawer nedikir ku rojekê ji rojan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, beşdarî festîvalê bibin. Dema em hatin Rojava me dît hemû kes bi zimanê Kurdî diaxivin, ev jî ji bo me hesteke gelekî xweş e û em wisa hîs dikin ku em li mala xwe ne, em ne li cihekî biyanî ne.”
Mîr Ezîz destnîşan kir ku ew asta hunerî û çandî li Rojava baş dibînin, wan bi beşdariya xwe xwest ku bêhtir rengê hunerê li herêmê bibînin, pê re jî xwestine ku çanda aliyê xwe jî ji bo gelên li Rojava pêşkêş bikin.
Mîr Ezîz birêxsitinkirina festîvalên çand û hunerî gelek baş nirxand û hêvî kir ku salên pêş festîval bi awayeke berfirehtir bên li dar xistin.
Koma Milî ya Dihokê sala 1997`an ve hatiye avakirin, yek ji komên li Başûrê Kurdistanê ye û 30 endamên ji pêkhateya Kurd, Kildan û Ermen cihê xwe tê de digirin.
Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer wê heta 17`ê Îlonê dom bike. ANHA/QAMIŞLO