- Hunermendên Filistînî hewl didin bi rêya hunerê şer û aloziya li Xezayê nîşanî xelkên din bidin û bi vî awayî bibin dengê welatê xwe. Hamada El Kept jî yek ji wan hunermendan e ku bi tabloyên xwe balê dibe ser rewşa Filistînê.
Di dawiya sala 2024’an de, komek hunermendên Filistînî, wekî rêyek ji bo dengên Filistîniyan bidin bihîstin Bienala Xezeyê ragihandin. Niha ev konsept bi çalakî û pêşangehên ku li cîhanê têne vekirin, berbelavtir dibe. Piştî pêşangeheke kolektîf a Bîenala Xezeyê ku li New Yorkê hat vekirin, Spanya, bi pêşangeha Valensiyayê, nêzîkatiyeke dilsoz nîşan dide ji bo kar û xebatên hunermendên Filistînî.
Galeriya Hunermendên Serhildêr û Hunera Siyasî (THE GRAPA) ya li Valensiyayê, ku balê dikişîne ser hunermendekî tenê, pêşangeha takekesî ya Hamada El Kept a bi navê "Di bin Çavdêriyê de" vekir. Pêşangeha El Kept, piştî pêşangeheke komî ya ku pênc hunermendên Filistînî tê de cih girtibûn, hat vekirin. Gava li Xezeyê şer dest pê kir Hamada El Kept li Brukselê bû bi xebateke hunerî re mijûl bû. Wî bi van tabloyên xwe yên di pêşangehê de hestên xwe yên tevlîhev rave kiriye.
Wekî mirov nayên dîtin!
Hemû malbata El Kept hê jî li Xezeyê ye, û ew tenê ji dûr ve dikare temaşe bike ka çawa mala wî, studyoya wî û endamên malbata wî ya fireh di şer de winda dibin. Ji tabloyên hestyarî yên tijî sembolîzmê bigire heta sazûmaniyên ku muameleya xirab a li hember welatiyên Xezeyê vedibêjin, ev nêrîneke bi biryar li ser encamên şer pêşkêş dike. Ev yek bi taybetî ji bo xebateke multimedya ya bi navê "Xela" ku tê de dîmenên vîdyoyê yên Filistîniyan ên ku ji bo dabînkirina xwarinê ya kêm li ber xwe didin jî derbasdar e. Ev xebat, ku li binê tencereyeke vala tê nîşandan, wêneyekî dilşewat pêşkêş dike ka çi diqewime dema ku ciwan û kal, bi stereotîpan têne kêmkirin û wekî mirov nayên dîtin.
Bi hunerê sînoran derbas dikin
Hunermendên Xazeyî yên ku pêşangehê organîze kirine, wiha dibêjin: "Ev pêşangeh temaşevanan ne tenê vedixwîne ku li hunerê binêre, lê herwiha li tiştên di binê wê de ne jî bi baldarî binêre: jiyanên ku serûbinî hev bûne û ji nû ve hatine afirandin, dengên ku hê jî bilind dibin. Ev pêşangeh ji me vê yekê daxwaz dike ku em Xezeyê ne wekî cihekî şer û aloziyan, lê wekî cîhekî mirovî, çand û xeyalê bibînin. Bi vî awayî, ew hêza domdar a hunerê ya derbaskirina sînoran, hilgirtina bîranînan û girêdana me bi hevpariya mirovatiya me re piştrast dike."
"Di bin Çavdêriyê de" heta 30’ê Îlona 2025’an dikare bê dîtin. Berhemên El Kept bi rêya “The Grapa” ew ê werin firotin û bi vî awayî ew ê pişta hunermend xurttir bibe. NAVENDA NÛÇEYAN