Bernameya SûrFestê diyar bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Îlon 2025 - 16:30

  • Bernameya SûrFest 2’yê ku dê li navçeya dîrokî Sûrê bê lidarxistin û 3 rojan bidome, diyar bû.  

Di navbera 19-21’ê Îlonê de li navçeya dîrokî Sûr a Amedê dê Sûrfest II were lidarxistin û bernameya wê diyar bû. Di mihrîcana ku ji hêla Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) organîze dike, Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê (CultureCIVIC) piştevaniyê dike û bi şirîkatiya Şaredariya Sûrê tê lidarxistin de dê gelek çalakî bên lidarxistin. Çalakî dê li taxên Kabê, Tilêlek û Palukê yên girêdayî navçeya Sûrê bên lidarxistin. 

Bernameya Mihrîcanê  

19’ê Îlonê: Ji bo jin û zarokên Kabê dê atolye bê lidarxistin û konser bê dayin.  

20’ê Îlonê: Dê ji bo jin û zarokên Tilêlekê atolye bê lidarxistin û fîlm bê pêşandan. 

21’ê Îlonê: li Palukeyê dê ji bo jin û zarokan atolye bê lidarxistin. Koma Govendê dê derkeve ser dikê û konserek dê bê lidarxistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.