- Şêwekar Luqman Ehmed bi resman bîr û arşîvekê çêdike; wî ji Apê Mûsa heta bi Seyid Riza, ji Şêrko Bêkes, Hesen Zîrek heta bi Eyşe Şanê wêneyên kesayetên dîrok û çanda Kurdan xêz kirine. Wî xwe daye ber rengandina destanên weke Derwêşê Evdî û Memê Alan jî.
DENÎZ BABÎR
Luqman Ehmed şêwekarekî jêhatî û kurdewar ê ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ew sala 1972’yan li Dirbêsiyê hatiye dine. Li Hesekê xwendiye û dest bi şêwekariyê kiriye. Ji 2010’an ve li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dimîne. Ji xeynî karê şêwekariyê, bernameçêker e û rojnamevaniyê jî dike. Ew ji bo Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê a 14’an, çûbû Hamburgê û li ser motîfên Kurdî kargehek li dar xist. Min pê re piştî kargehê li ser serpêhatiya wî ya şêwekariyê û karên wî sohbetek kir.
Min jê pirsî ka gava wî dest bi şêwekariyê kir, hezkirina wî ya şêwekariyê ji ku dihat. Wî wiha li min vegerand: “Ji zarokatiyê ve peywenidiya min bi huner re heye. Mamosteyên min ên seretayî bêyî ku haya min jê hebe, dîtin ku ev behre û karîna hunerî li cem min heye. Nihêrîna min ne wek zarokên din e, xêzên min baştir in. Mamosteyeke min hebû, navê wê Lîdya Keleş, wê gelekî piştgiriya min kir, ez dam pêş. Ez dikarim bêjim, ew rêbera min a yekê bû, ji min re got, tu di karê hunerî de pirr baş î, here vî karî bike. Wî wextî, ez weke peykersazekî dixebitîm. Pêşbirka zarokan hebû sala 1982 yan jî 1983 bû, li bajarê Hesekê tê bîra min ez di warê peykersaziyê de bûm kesê yekem. Ew bû hêzek ji min re. Malbatê gelek hez nedikir bi rastî, dixwestin ku ez bixwînim lê hunerî ez ber bi aliyê xwe ve kişandim. Di navbera min û hunerî de girêdaneke mezin hebû, lê min nizanîbû. Heta ez gihiştim astekê ku di vê girêdan û pêwendiyê bigihîjim, gava ez têgihîştim, min hemû îmkan û hêza xwe da karê hunerî û heta îro jî dewam dikim. Ez bi hunerî, xwe dibînim. Tişta ku ez hizir dikim, bi rêya hunerî darîçav dibe.”
Rol modelên wî kî bûn?
Lê min meraq dikir ka kî bûn rol modelên Luqman Ehmed, di warê şêwekariyê de kî tesîr lê kiribû. Luqman Ehmed wiha tîhna meraqa min şikand: “Di şêwekariyê de pêşî rol model tinebû, ya rast. Ji ber ku di nav Kurdan de hem kêm bû hem jî kesî guh nedidayê di wexta min de. Tê bîra min kesek hebû li Dirbêsiyê, kurê meta min bû, navê wî Ibrahîm Heyderî, ev wek xeyalekê tê bîra min, gava ez zarok bûm wî resim çêdikirin. Wexta ez diçûm mala wî, wilo balkêş bû ji min re, lê ne mamosteyê min bû. Kesek nebû mamoste ji min re ku rê bide ber min. Lê min didît ew kesayet cuda ye. Li cem bavê min, bala min dibir ser xwe û pirr li xweşiya min diçû. Ez bawer dikim, wî hinekî bandor li min kir. Lê bêhtir kesên ji min re bûn rol model, kesên biyanî bûn ku di ber xwendinê re min ew nas kirin. Li Hesekê Malva, Beşar Îsa ev hunermendên Kurdan bûn, lê me ew nedidîtin. Carna me ew di rojnamê de yan jî deverên din didîtin lê wekî ku bêjî, rûbirû me ew nedidîtin. Ez lê digeriyam ka kî dikare berê min bikişine ber bi hunerî ve. Piştî ez mezin bûm, min gelek şêwekar nas kirin; Kandinsky Gustav Klimt, Marc Chagall, Matisse û Picasso tesîr li min kirin, nexasim jî di warê xetan de weke şoreşê bûn ji bo min. Ez îro jî van kesan weke mamosteyên xwe dibînim û ji hunerê wan îlhamê digirim.”
Ji zarokatiyê ve peykeran çêdike
Luqman Ehmed da zanîn ku di malbatê de beriya wî xwendevan û hunermend tinebûne û got, “Gava ez zarok bûm, min dest bi çêkirina peykeran kir. Min dît ku ew cihekî gelek taybet e ji min re, min xewna xwe, hezkirina xwe, êşa xwe giş tê de didît bêyî ku ez zanibim, bêyî ku hişmendiyek hebe. Ev yek wekî zarokekî ji min re bû hezkirinek, lîstika herî xweş ji bo min di wir de bû. Wilo hêdî hêdî ez bi alî huner ve çûm, hîn jî wekî zarokekî huner min ber bi xwe ve dikşîne. Girêdaneke pirr mezin di navbera min û huner de çêbûye.”
Şerm nakim û serbilind im
Di beşên dîtir ên hunerî de mînak, wêje, sînema, şano mirov ji zimanê wan derdixe ku berhem aîdê kîjan miletî ye, lê di şêwekariyê de ev tine. Bes di wêneyên Luqman Ehmed de em rastî folklor, destan, dengbêjên Kurd tên, min jê pirsî “gelo bi vê yekê mirov dikare ji bo şêwekariya te bêje şêwekariya Kurdî?”, wî wiha li min vegerand: “Bêguman. Helbet şêwakarî dikare temsîliyeta nasnameya gelan bike. Weke nimûne Picasso, çîrokên Katalan, çîrokên civaka xwe yên Katalanî di hunerê xwe de derdixist holê. Ga çêdikirin, hesp çêdikirin, şervan çêdikirin, bi hinek rengên wî diyar dibû, eşkere dikir. Marc Chagall gelek çîrokên Cihûyan gotin. Gelek hunermend hene bi rastî, nasnameya wan bûye taybetmendiya wan. Em hîna jî dibêjin, ev şêwaz şêwaza Elmanî ye, ev şêwaz a Fransî ye, ev şêwaz a Îtalî ye. Nasnameya miletan pê hatiye naskirin. Lê belê belkî ne fikrê siyasî be, ji ber ku bingehê wê kulturî ye. A min jî ez gelekî hez dikim ji vî tiştî û li ser jî kar dikim. Dixwazim ku çanda Kurdî, nasnameya Kurdî bi wan wêneyan derkeve holê. Şerm nakim jê, pê gelekî serbilind im. Bila xelk zanibe çanda Kurdan çandeke dewlemend û dîrokî ye. Gelek hêlên çanda me hene ku veşartî mane. Bi rêya şêwekarî û sînemayê, em dikarin çanda xwe bi awayekî hêsan û xweşik bidin nasîn.”
Bi dengbêj û destanên Kurdî dadikeve
Luqman Ehmed heta niha gelek wêneyên dengbêjan xêz kirine, ji bo vê ew dibêje, wî sala 2001’ê berê xwe daye destanên Kurdî: “Destanên klasîk ên Kurdî, nexasim jî yên ku behsa dengbêjan dikirin, bala min birin ser xwe. Min li meseleyê kola, jixwe hezkirina min a dengbêjiyê jî heye. Dengbêjekî taybet li cem min heye, ez li ser kar dikim, navê wî Izedîno ye, Izedînê Heremşedad ku ji aliyê Qoserê ye. Di stranê de şêwazeke Izedîno ya taybet heye. Bala min kişand û ez li ser kar dikim. Pêşangehên min îsal li Virginia û li Washingtonê çêbûn, her du jî li ser Izedîno bû. Min li stranên wî guhdarî kir û min dixwest Izedîno derkeve pêş. Destanên wî gotine, wekî nimûne Cembeliyê Mîrê Hekarî, Memê Alan, Derwêşê Evdî, ez wana dikim wêne û li ser kar dikim. Xebetake dirêj e, hê dawî lê nehatiye. Deng gelek balkêş e ji min re. Ez dixwazim wan bidim hevdu. Wekî din jî ez bi hin pirsgirêkên ku mirovahî hemû pê re mijûl e, dadikevim. Şerên heyî çima diqewimin û mirov çima bi hevre şer dikin. Min projeyeke nû li ser pençeşêrê çêkiriye ji ber gelek mirov dibin qurbaniyên pençeşêrê. Ev mijarên ku ez behsa wan dikim, di nav jiyana rojane de tên jibîrkirin. Ez dixwazim bi zimanekî şêwekariyê wan şirove bikim û bikim ku xelk wan bibîne.”
Dilê wî bi Rojava re ye
Li Rojava niha gelek navendên çandê hene ku tê de keç û xort xwe hînî şêwekariyê dikin yan dixwazin vê behreya xwe bi pêş ve bibin. Min jê pirsî gelo ji bo bipêşvebirina wan ew hevkariyê dike, û wî jî wiha li min vegerand: “Haya min ji bipêşketinên hunerî yên li Rojavayê Kurdistanê heye. Êdî keç û xortên me diherin navendên hunerî fêrî resm, peykarsazî, sînema, şanoyê dibin. Têkiliya min bi wan re heye. Her cara şêwirmendî yan alîkarî ji wan re lazim be, ez dikim. Carna di bernameya xwe ya radyo û televîzyonê de jî ez wan dikim mêvan. Ji bo hêzekê bidim karê wan. Ez hewl didim bi dilgermî berhemên wan derxim pêş, bidim naskirin. Da ku xelkên biyanî jî berhemên wan bibînin, her wiha zanibin ev zarokên şerî, çawa huner dikin.”
Dixwaze arşîveke çêke
Van çend salên dawî Luqman Ehmed bi pirranî bi portreyên navdarên Kurdan bala min dibe ser xwe. Min jê pirsî, çima bi taybetî dixwaze wan portreyan çêke: “Pirsgirêka Kurdan çi ye? Paşmayî yanî arşîv tine, em xwe bidin beramberî miletên cîranê xwe, beramberî miletên Ewrûpî, tu dikarî wêneyên kesên dused sêsed sal berê bibînî. Tu li wêneyêkî Shakespeare, Gothe bigerî, tu yê bibînî. Bo nimûne pirr zehmet bû heta min wêneyekî Izedîno peyda kir. Di nav civata te me xebatkarên siyasî, çalakvanê Kurd çavê rêzgirtinê li wan mêze nedikirin. Ji ber wilo, tiştên wan winda bûn. A niha wekî erk, ez hunermend im û dûrî welat dijîm. Ez dikarim wan bidim naskirin ji bo nifşên nû, ji bo arşîvek jî çêbe. Bo nimûne rojnamevanek yan nivîskarek bixwaze li wêneyekî hunermendekî bigere, Izedîno em bêjin yan jî yê Hesen Zîrek, ji bo çi tu yê herî wêneyekî nexweşik û ne zelal bi kar bînî. Wêne bila hebe, ev wêne dibe derfet tu wan kesan bi xelkê bidî naskirin. Ez hê jî li ser kar dikim, dawî lê nehatiye, hê rdewam dike. Kesayetên taybet bêyî ku mebestek hebe, taybetî ez dixwazim ji çar parçeyên Kurdistanê bin, hem jin û hem jî mêr bin. Ne tenê hunermend, nimûne min wêneyê Seyid Riza çêkir, xelkê gelekî jê hez kir. Ez vî karî dikim bi serbilindî, berdewam jî bikim, dixwazim ku arşîveke me çêbe. Ez heya li dinyayê bim dixwazim nifşên nû nas bikin ka Refîk Hilmî kî ye, nas bikin bê ka Mihemed Emîn Zekî kî ye, wêneyê wî bibînin. Ji bilî yên çend kesan, wêne peyda nabin. Ji bo çi ev rewş wisa ye? Ji ber vî hawî, min dest bi vî karî kiriye û ez ê dewam bikim.”