Dîwarên spî bi huner dixemilîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:12

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Hunermenda Helebceyî Hawnaz Haşim bi hêza xwe ya wênesaziyê, dîwarên sade û spî yên zanîngeha Helebceyê bi gelek proje û berhemên hunerî yên balkêş xemilandiye û enerjiyek erênî belavî gerdûnê dike.

Hawnaz Haşim a 30 salî wênesazek a Helebceyê ye. Hawnaz di sala 2016’an de xwendina xwe ya hunerî qedandiye û niha wek karmendek li Zanîngeha Helebceyê kar dike. Li gel wê jî jêhatina wê ya di warê şêwekariya hunerî û wênesaziyê de pêşdixe.

Hawnaz bi xwe behsa destpêka vê xebatê xwe dike û diyar dike ku dema hatî zanîngehê dîwar hemû spî bûn û xwest ku li ser dîwar çend tabloyan çêbike. Piştî ku ji malê tabloyên xwe tîne li odeya xwe bi cih dike, wek bi xwe dibêje hewl dide ku tiştek ji bo zanîngehê bike ku şêweyek ciwan bide dîwarên wê û şûna destê wê di hunerê de diyar be.

 

Pirtûkên nayên xwendin bikartîne

Hawnaz got: “Karê min yê yekem ew bû ku min hinek pirtûkên kevin ku êdî nedihatin xwendin, li şûna ku bavêjim li ser parçe texteyek dubare bikaranî û projeya xwe ya hunerî li ser çêkir.” Her wiha Hawnaz behsa projeyek din a xwe ya hunerî kir ku bikaranîna 200 pirtûkan berhemek din ê hunerî çêbike û di derbarê wê de got: “Bi vê xebatê bi ti awayî ziyanek negihiştiye jîngehê. Ev pirtûkên ku êdî nikarin werin xwendin bi şêweyek lê dikim ku ji bo hertiştê sûdmend dibe.”

 

Da ku huner bala xwendevanan bikşîne

Hunermenda Kurd bi rêya projeyên xwe hewl dide ku heskirina ji welat re bi xwendevanan bide avakirin û bi berdewam çavê wan li ala Kurdistanê be. Li ser xebatê xwe yê ku niha dewam dike jî destnîşan kir ku heftiyeke kar li ser dike ku serokê zanîngehê jî gelek li gel kar kiriye. Hawnaz Haşim ji bo armanca projeyên xwe got; “Armanca min bi van proje û berhemên hunerî ew e ku li ser dîwarên spî û sade yên ku ez lê dixebitim, karekî hunerî hebe da ku bala xwendevan û yên ku tên zanîngehê bikişînim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.