Rêveberiya Xweser nas bikin

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Ji bo ku Kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê û Fransayê kirin da ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin.

Sed û du parlementerên fransî diyar kirin ku kiryarên Erdogan gefan li aramiya Rojhilata Navîn û ewlehiya Ewrûpayê dixwin û banga girtina meydana hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewleta Tirk kirin.

Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê, Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê deklarasyonek amade kirin. Senator û parlementerên fransî diyar kirin ku piştî şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê dest pê kiriye, serok- komarê Tirk Recep Teyyip Erdogan, ji rojeva dagirtî ya cîhanê û bêdengiya çapemeniya navneteweyî sûdê werdigire û plan dike êrişî Kurdên li Bakurê Sûriyeyê bike.

Sîstemeke demokratîk bi rêxistin dikin

Parlamenterên fransî got, li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, tevî şert û mercên xerab ên şer, gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Kildanî, Ermen û hemû gelên din bi hev re dijîn û got: “Ew hewl didin sîstemeke demokratîk, femînîst û ekolojîk birêxistin bikin. Ew ji bo avakirina aştiyê bi gelan re bi diyalogeke sereqet têdikoşin."

Xwe li sûcên dewleta Tirk êdî kerr nekin

Parlamenterên fransî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xistin û wan got: “Divê welatên rojava êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa Tirk negirin."

Parlamenteran bi bîr xist ku têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî DAIŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayekî erênî hat nirxandin û ev bang li dewletên rojavayî bi taybet rêveberiya Parîsê kirin:

Êriş li dijî Ewrûpayê ye jî

“Ev rewş me hemûyan elaqedar dike û divê em nehêlin artêşa Erdogan careke din êrişî hevalbendên me yên Kurd bike. Em ji bîr nekin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên cîhadîst hatin destgîrkirin. Ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya Erdogan a li dijî Bakurê Sûriyeyê erêkirin, tê wateya bêîstiqrariya herêmê û ev ê xetereke cidî li ser ewlehiya Ewrûpayê dê çêke."

Prosedura naskirina Rojava

Di deklerasyonê de her wiha hat diyar kirin ku pêwîstî bi misogerkirina ewlehiya saziyên Kurd û aktivîstên Kurd ên li Ewrûpayê jî heye. Parlamenteran paşê got, “Em weke parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên cuda yên li Fransayê, polîtîkaya şer a Erdogan şermezar dikin û bang li serok û rayedarên Ewropî dikin da ku xwedî helwêst bin."

Ji bo qada hewayî ya bakurê Sûriyeyê bê qedexekirin û Kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê û Fransayê kirin da ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya li herêmê, xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de bê naskirin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.