Rêûresmeke Kurdewar: Çil Derxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Tebax 2021 - 05:56

  • Gava zarokek dibe çil rojî, ew roj li cem Kurdan rojeke taybet e, bi rêûresman vê rojê pîroz dikin. Em ketin pey vê rêûresma otantîk û me ji Kurdên Markazê pirs kir ka çawa pîroz dikin.

FIRAZ BARAN / PARÎS

Kurdên Markazê (Pazarcik) li Ewrûpayê rêûresmeke otantîk diparêzin. Ev rêûresm merasîma roja çilî a zarokan e. Markazî ji vê merasîmê re dibêjin “Çil derxistin”. Me ev merasîm pirr meraq kir û em bi pey pirsa “Gelo ev merasîm çawa pêk tê?” ketin. Em çûne paytexta Fransa Parîsê û em bi Ramîna Alî Hewrî û Mana Olcên re li ser çil derxistinê axivîn û wan jî texsîr nekir ji me re behsa vê rêûresma kevn kir.

Çil girêkên li ser dergûşê

Xaltîka Ramîna dibêje, “Neviyên min li Parîsê ji dayîk bûn. Min çilêya wan derxist.”  Zarok û bûkên wê bi vê merasîmê zêde şa bûne. Sipasiya dayika xwe kirine ku vê rêûresmê zindî hiştiye û fêrî wan jî kiriye. Ramîna Alî Hewrî wiha behsa merasîmê dike; “Berê salname tinebûn. Her sibe dema ku em şiyar dibûn me girêk li dergûşê girê dida. Çil girêkan me li dergûşê dikir. Dema çil girêk temam bibûna merasîm dest pê dikir. Dayik li ser sêpayek rûdinişt û zarok  hembez dikir. Jineke pîr û temen mezin dihat. Wê derzî, nan û pêlav li bêjikek dixist. Ava şîrogerm amade dikirin. Bêjikê li ser serê dayikê dadixistin. Jina pîr 40 tasik ava şîrogermî li ser wê bêjikê dikir û her car gotinek digot.”

Hinek gotin wisa ne:

Çil çile pisîkan e

Çil çile maran e

Çil çile guran e

Çil çile stêrkan e

Çil çile erd û ezman e

Çil çile mişkan e

Çil çile mirov e

 

Gelo çima qala maran, guran û stêrkan dikin? Xaltîka Ramîna dibêje, “Sawê ku çilî xwe here. Çileya wan li hev nakeve. Min ev merasîm ji bo hemû zarok û neviyên xwe kir.”

Da ku çil li hev nekevin

Mana Mala Olcên jî di sala 1935’de li Markazê ji dayik bûye. Xaltîka Mana Mala Olcen ji gundê Walpirçkan a Markazê ye. Ew jî qala bêjik û ava şîrogermî dike û dibêje;

“Ez neynik, şeh û meqesek tê de dianîm û bang dikim:

Çil çile însên e

Çil çile daran e

Çil çile kurm û kêzan e

Çil çile jinan e.”

 

Gelo çima dibêjin “Çil çile jinan e?”  Xaltîka Mana wiha bersiv dide; “Carna çileya jinan li hev diket. Ango carna di heman gundî de du zarok di heman hefteyê de ji dayik dibûn. Gava ku dayikên wan zarokan hevûdu didîtin wan derziyên xwe diguherîn. Ji ber vê yekê çil li hev nediket. Zarok û dayik nexweş nediketin.”

Nîşanî me jî kir

Xaltîka Mana piştî merasîme neynik, şeh, meqes û nanek tîne. Bi ava ku di merasîmê de tê bikaranîn şil dike. Wan dike nav cawekî. Ew wî tiştî dixe bin balîfa zarok. 20 roj li wê disekinînin. Xaltîka Mana axaftina xwe wisa bi dawî dike; “Heya ku zarok rabe ser lingan ez neynikê ji bin balîfê dernexim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.