Reng û hunerê jinan di şêwekariyê de

Nûçeyên Jin

Çarşem 31 Gulan 2023 - 02:42

SÎMA BIROKÊ/ANHA / QAMIŞLO

 

Tevlîbûna jinan di Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava de zêde ye. Jinên şêwekar di tabloyên xwe de mijarên wekî xweza, rêwîtiya penaberiyê, parastina folklorê û berxwedana jinan nîşan didin.

Di 20`ê Gulanê de Sempozyûma Hunerê Şêwekariyê ya 4`an bi beşdariya 40 şewekaran li Kobanê dest pê kir. Sempozyum ji aliyê Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat organîzekirin û heta 26`ê Gulanê dewam kir.

Di 28`ê Gulanê de jî Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava ya salane li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat vekirin.

Pêşangeha Rojava bi dirûşma “Bi hev re em huner bikin bihara dilan” ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Ji herêmên cuda 100 şêwekar bi 109 tabloyan beşdarî pêşangehê bûne. 

SÎHAM HICO

Reva ji welat a ber bi mirinê ve

Şêwekarên jin ên ku beşdarî Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava bûne, mijarên tabloyên xwe ji me re şirove kirin.

Sîham Hico ya ji Kobanê, bi tabloya xwe ya bi navê `Rêwîtiya Mirinê` tev li pêşangehê bûye. Ew balê dibe ser wan mirovên ku welatê xwe bi cih dihêlin û direvin Ewrûpayê. Ji bo wê, ew dibêje, “Gelek ji welatiyan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Min xwest di tabloya xwe de bangekê bikim.”

 

Berxwedana çandî

Nesrîn Mihemed jî ji Kobanê ye. Ew di tabloya xwe de balê dibe ser berxwedana Kobanê. Temaya berhema Nesrînê, peykerê şervana YPJ`ê şehîd Arîn Mîrkan, Girê Miştenûrê û Kobanê ye. Nesrîn dibêje, “Bi vê tabloyê banga parastina folklor û bibîranîna şehîdan dikim.”

Şêwekar Kewser El Xelef ji Reqayê ye. Wê jî di tabloya xwe de xweza nîgar kiriye: “Hezkirina min ji xwezayê re heye, girêdana bi xwezayê ve taybetmendiyeke jinan e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.