Rejîm diziya xelkê dike
În 25 Mijdar 2022 - 01:43
- Li gorî dîmen û agahiyên nû yên ji bajarê Bokanê, hêzên rejîma Îranê mal û milkê xelkê xira dikin û diziya zêr, xişir û telefonên wan ên destan dikin. Wekî din çalakiya greva giştî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê hebû.
Li hemberî raperîn û berxwedana nexasim jî li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê dest bi qetilkirina sîstematîk a welatiyan û talankirina malên wan kir li bajarê Bokanê.
Hat zanîn ku hêzên Pasdaran û hêzên ser bi wezareta istîxbarata rejîma Îranê, ji deh rojan û vir ve li Bokanê sûcên li dijî mirovahiyê dikin. li gorî agahiyên ji vêî bajarê ser bi wilayeta Urmiyê ve, 13 welatî hatine şehîd kirin û 300 welatî jî hatine birîndarkirin. li gorî agahiyên ji xelkê bajêr, rewşa hinan ji birîndaran giran e jî.
Li aliyê din li taxên Mecbûrabad û Mîrabadê yên bajêr Pasdaran ji hoparlorên mizgeftan derketina derve ji 9´ê êvarê heta 9´ê sibeh qedexe kir.
Hin malbatên ku xizmêîn wan hatine şehîdkirin didin zanîn ku cenazeyên 10 şehîdan li Nexweşxaneya Qolipûr Bokanê tên ragirtin û hêzên rejîmê nasnameya wan eşkere nake. Yek ji wan şehîdan Saedî Şahrûxîfar bû û malbata wî piştî şehîdbûna wî bi 5 rojan hat agahdarkirin.
Wekî din agahî ji sedan birîndaran nayê wergirtin. Tirsa ku hin jiwan şehîd bûbpn yan jî di hepsê de bin heye.
Li aliyê din hin dîmen û wêneyên ji Bokanê nîşan didin ku hêzên rejîma Îranê di navbera saet 2´yê berê sibehê heta 5´ê sibehê malên welatiyan dagir dikin, zirarê li mobîlya û firaxên nav malê, paşê zêr û xişirên wan û heta carinan telefonên wan ên destan jî didizin.
Li Sahnehê welatiyan direvînin
Li bajarê ser bi Kirmaşanê, Sahnehê, hat zanîn ku hêzên rejîmê bni dehan kes revandine. Ji van, nasnameya 30 kesan hatiye diyar kirin.
Şemal Xedirîpûr şehîd bû
Şemal Xedirîpûr ê ji Mehabadê, doh li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê şehîd bû. Di berxwedana li Mehabadê de ew beirya çend rojan birîndar bûbû.
Greva giştî û çalakiyên doh
Rejîma Îranê ji bo çewisandina xwepêşandanan hêzeke mezin a leşkerî û wesayîtên mezin kişandiye nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet bajarê Mehabadê. Tevî girtin, tundî, êşkence, darvekirin û qetlîaman jî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêşengtiya jin û ciwanan bê navber didome.
Li bajarê Sine xwendekaran xwepêşandan li darxistin û di encama gulebarana hêzên rejîmê de hinek xwendekar birîndar bûn. Mamostayên zanîngehan jî dest bi grevê kirin û xwepêşandan li dar xistin.
Li bajarê Baneyê dikandaran guh da banga ji bo grevê ya PJAK û rêxistinên din ê Rojhilatî û dest bi grevê kir, devê dikanên xwe girtin. Li Mehabad û Bokanê xwepêşander daketin kolanan. Hêzên rejîmê êriş bire ser wan û gule li xwepêşanderan barandin. Li her du bajaran xwepêşander birîndar bûn, lê hejmara birîndaran nehat zanîn.
Di heman demê de li bajarê Xuremawa yê li navenda parêzgeha Loristanê, welatiyan şehîdekî raperînê spart xakê.
Greva giştî ya li Rojhilat wê îro û sibe jî dewam bike.
Bi qasî ku kariye heta îro bê piştrastkirin, li Kurdistanê 113 welatî di raperîna vê dawiyê de şehîd bûn. Di nava wan 7 jin û 14 zarok jî hene. Hêzên rejîmê bêhtirî 5 hezar kesan kirin hepsan û ji van nasnameya tenê qederê hezar û 100 heta niha diyar bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN