Rêbertî xeta azadiyê ya gerdûnî ye
Duşem 10 Sibat 2025 - 03:40
Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Li hêla din çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li seranserî cîhanê tên lidarxistin jî didomin. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Lorientê yê Fransayê “Meşa dirêj” hate destpêkirin. Meş, wê di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasburgê bi dawî bibe. Hevseroka Konseya Civaka Demokratîk a Kurd-Swîsreyê (KCDK-S) Dîlan Çetînkaya têkildarî xebatên ji bo mitîngê axivî.
Dîlan Çetînkaya, da zanîn ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî gerdûnî bûne û jinên ji deverên cuda yên cîhanê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têdikoşin û got:“Weke jinên Kurd em serbilind û serfiraz in ku xwedî Rêbertiyeke wiha biqudret, watedar û girîng in. Lê ev yek barê me jî giran dike. Felsefeya tevgera jinên Kurd a ‘jin, jiyan azadî’ îro ji Hindistanê heta Ewropa û Efrîqayê, li her derê belav bûye. Jin dibêjin ku ew azadiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibînin. Heta Rêbertiya me azad nebe şensê azadbûna me jinan jî tune ye. Divê tecrîda li ser Rêbertiyê rabe û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Gelek entelektuel, enternasyonal û kesên cuda tev li xebatên me yên bi vê boneyê dibin. Ev yek nîşan dide ku fikrên Rêbertiya me li seranserî cîhanê bandor kiriye. Em dikarin bibêjin ku Rêbertî xwedî xeteke azadiyê ya gerdûnî ye.”
Em ê pêşengiya qonaxê bikin
Bi domdarî Dîlan Çetînkaya got ku wan di çarçoveya kampanyayê de seferberî îlan kirine û got:“Bi ruhê vê serferberiyê em ê ji 10’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê bi çalakiyên kon û enformasyonê li dar bixin. Di çalakiya konê de pirtûkên Rêbertiyê yên li zimanên Ingilîzî, Almanî, Fransî û Îtalî hatine wergerandin û broşûr bên belavkirin. Her wiha wê rojên xwendinê, dosyayên burokratîk û dîplomatîk bên amadekirin û ji cihên pêwîst re bên şandin. Li gel vê, dê xebatên girse û gel tên meşandin. Xebatên me yên ji bo mitînga 15’ê Sibatê dest pê kirin. Hedefa me ew e ku bi milyonan kesan bibin mitîngê û azadiya Rêbertiya me biqîrin. Heke îro tevgera jinên Kurd li seranserî cîhanê di gelek aliyan de derketibe asta pêşengtiyê û bûye xala hevpar, ev bi saya Rêbertiya me ye. Em jî di ferqê de ne ku heta Rêber Apo azad nebe wê jin jî azad nebin. Bi vê zanebûnê em li Ewropa û gelek cihan pêşengtiyê dikin. Qonaxa em tê de qonaxeke dîrokî ye. Têkoşîna man û nemanê tê dayin. Di vê rewşê de ji bilî azadkirina Rêbertiyê tu şensê me nîne.”
Êdî tehamûla me nemaye
Dîlan Çetînkaya, destnîşan kir ku dema îro azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaz dikin, ew ne tenê azadiya gelê Kurd lê ya tevahiya gelên Rojhilata Navîn daxwaz dikin û got:“Rêber Apo, li dijî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk re hêviyek ji bo gelan afirand. Lewma ne tenê pêdiviya Kurdan û jinan bi Rêbertiyê heye, pêdiviya tevahiya Rojhilata Navîn pê heye. Di vê sedsalê de divê Kurd mafên xwe bidest bixin. Ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinên Kurd. Rojhilata Navîn bi fikrên Rêbertiyê dikare xwe ji vê tariyê xelas bike. Banga me li tevan ew e ku tev li mitîngê bibin. Tehemûla me jinan nemaye û divê em tavilê azad bibin. 15’ê Sibatê dê bibe roja rizgarî û azadiya me. Bila komploger baş bizanin ku we nekarî roja me tarî bikin û roja me ev 26 sal in tarîtiya we ronî dike.”
MA/ESRA SOLÎN DAL