Rê nedin fitneyan

Şemî 17 Tebax 2024 - 00:27

Nerazîbûnên li hember êrişên çeteyên rejîma Şamê yên li dijî xelkê kantona Dêrazorê berdewam in. 

Endamê rêveber ê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya kantona Reqayê Mihemed El Ebûd destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî kantona Dêrazorê, têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyê di nava êlan de, koçberkirina xelkê kantonê û wêrankirina mal û milkên wan e û got:"Divê gelê me dek û dolabên li dijî herêmê baş nas bikin û rê nedin fitneyê ku tenê ji dijminên gelê Sûriyeyê re xizmetê dike. Divê partî, çareseriyekê ji vê aloziyê re bi rêya diyaloga navxweyî bibînin."

Hevseroka Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriye Pêşerojê Fatme El Elî got:"Rûdanên li Dêrazorê, rê li pêşiya hewldanên çareseriyê digirin û temenê aloziya Sûriyeyê dirêjtir dikin."

Endamê rêveber ê rêxistina PYD’ê ya Reqayê Xazî El Yasîn jî got:"Armanca Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ye lê ev êriş li pêşiya van hewldanan kelem e. Destwerdanên herêmî nemaze piştî agahiyên li ser normalîzekirinê di navbera rejîma Tirk û rejîma Sûriyeyê de belav bûn, hişt hêzên hikumeta Şamê êrişî QSD’ê bike. Xuyaye dewleta Tirk a dagirker di êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser de, li şirîkekê digere."

ANHA/ENES MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.