Razeke din Modîglîanî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Tebax 2022 - 21:03

  • Di nav xêzên Modîglîanî yên nîvco de axlebe fîgûrên jinan hene. 

Pisporên hunerî yên Muzeya Hecht a ser bi Zanîngeha Haifa, piştî ku li ser tabloya Modîglîanî “Nude with a Hat” ya ku sala 1908’an  hatiye çêkirin, sekinîn, bi teknolojiya X-rayê sê pêşnumayên wî yên nîvco di bin tabloya wî de kifş kirin.  Di nav xêzên Modîglîanî yên nîvco de axlebe fîgûrên jinan hene. Wisa tê texmînkirin ku yek ji van fîgûran jî ya hevalê Modîglîanî, Maud Abrantes e. Tablo ji sala 1983´yan heta îro li Muzeya Hechtê ye. Sala 2018’an li London Tate Gallery, di bin tabloyeke Modîglîanî de portreyeke wî hatibû kifşkirin.

Modîglîanî ku hem peykersaz û hem jî şêwekar bû, sala 1920’an de, dema 35 salî bû wefat kir.

HAÎFA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.