Muzexaneya sûcên DAIŞê vebû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 00:38

Desteya Çand a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mûzexaneyek ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê vekir. Mûzexane li bajarê Reqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser wekî hevseroketiya Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên bajêr hat vekirin.

Di serî de sînevîzyonek li ser berxwedana bajarê Kobanê û binpêkirinan çeteyên DAIŞ’ê yên di dema dagirkirina deverên bakurê Sûriyeyê de hat pêşandan.

Hevserokê Desteya Çandê Murhef El Fehid axivî û got ev mûzexane dengê qurbaniyan û bang li nifşan dike, da ku sûc neyên jibîrkirin û dubarekirin. Di mûzexaneyê de belge, wêne, axaftina şahidan, bîranînên taybet ên qurbaniyan û dîmenên biêş ên serjêkirinê hatin pêşkêşkirin.

Li gorî amadekaran, armanc ji mûzexaneyê ew e ku di xebatên belgekirin û lêkolînan de bibe lêveger û platforma hişyarîkirin û perwerdekirinê.

Ev mûzexaneya yekemîn e ku bi vî awayî li herêmê tê vekirin. Organîzetoran hêvî kir ku wê mûzanxane bibe gavek ber bi lihevhatina civakî û avakirina aştiyê ve, nexasim hemwextî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî berpirsiyariya cezakirina çeteyên DAIŞ’ê.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.