Muzexaneyek ji bo hunermendên koçbûyî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:25

Li Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê mûzexaneyek bi navê ‘Mûzexaneya Netewesazan’ ku taybet e bi berhem û bîranînên hunermendên koçkirî yên Silêmaniyê, hat vekirin.

Îro li Silêmaniyê li salona Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê bi amadebûna berpirsên rêveberiyê, hunermend û kesûkarên hunermendên koçkirî, ‘Mûzexaneya Netewesazan’ hat vekirin. Di mûzexaneyê de kelûpel û berhemên 37 hunermendên koçkirî yên şano, drama û sînemayê hatine nîşandan.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû hunermendên koçkirî dest pê kir.

Têkildarî vekirina mûzexaneyê Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Dr.Muhsîn Edîb ji çapemeniyê re axivî û got: “Li cem me gelek giring e ku nav û dengê van hunermendên koçkirine zindî bimîne. Hunermendên koçkirîn ji vêya zêdetir heq dikin em ji bo wan bikin. Me xwest em navek cûda li mûzexaneyê bikin, mebesta navê me lê kirî ewe ku hunermend ew kesin ku netewê saz dikin. Ji ber ku yên ji beriya aliyên siyasî û serkirdeyan netewan ava dikin hunermend in.”

Em ê peykerên wan jî çêbikin

Beyan Zerîfî ku xwediyê vê fikra vekirina mûzexaneyê ye, ji çapemeniyê re axivî û got: “Fikra vekirina vê mûzexaneyê vedigere beriya deh sal ji berê niha. Armanca vekirina mûzexaneyê ew e ku kelûpelên hunermendên koçkirîn, li gel jiyanama wan em li vê mûzexaneyê de biparêzîn. Ji bilî vê mûzexaneyê fikrek din jî bi min re heye, ew jî çêkirina peykerên hemû hunermendên koçkirî ne. Ev alîkariyeke baş e ji bo hunermendan.”

Ji bo nifşên siberojê girîng e

Hunermend Hawrê Qadir Reşîd jî li ser giringiya vekirina mûzexaneyê got: “Ev mûzexane ji bo nifşên siberojê gelek giring e. Lê em hunermend ruhê hevrêyên xwe yên koçkirine dibînin. Min bi piraniya van hunermendên koç kirîn re kar kiriye. Gelek bîranînên me yên xweş bi hevre hebûn. Bi taybetî hunermend Aso Omer Siware wisan kir ku ez dest ji cixareyê berdim. Rojek ji beriya ew koç bike, daxwaza dest jê berdana cixareyê ji min kir û min jî li ser daxwaza wî dest jê berda.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.