Xemla li pişt camekanan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:50

ROJDA AYDIN / JINNEWS / AGIRΠ

Çand û huner di nav xwe de gelek wateyan dihewîne. Kurd bi wêje, muzîk, folklor û hûnera xwe xwedî li çandeke dewlemend e. Ji muzîkê bigire, heta govendê, ji govendê heta dengbêjiyê, ji dengbêjiyê heta wêjeyê, ji wêjeyê heta cil û bergan dewlemendiyek û xwedîderketinek heye. Kesên ku berê wan dikeve Bazîda Agiriyê diçin serdana Mûzexaneye Ehmedê Xanî. Li vir çanda jiyanê ya Kurdan beş bi beş hatiye pêşkeşkirin. Lê belê li vir tişta herî balkêş jî çanda ku bi bişaftinê re rû bi rû maye li pişt wê camekanê weke “xemlekî” hatine bi cih kirin û nîşanî civakê didin. Di dîrok û çanda berê de mirov dibîne ku muzîka kurdî bi dengbêjiyê çawa êş, xweşî û şahî hatiye ziman. Di dawetên berê de kurd bi çanda xwe û bi stranên xwe pîrozbahiyên xwe dikirin. Elbet îro ev yek hîn heye û qels be jî xwe diparêze. Li xwekirina cil û bergên kurdewarî yên di dawetan de êdî wekî berê nemaye. Ev yek jî parçeke bişaftin û çandkujiyê ye. Çend polîtîkayên bişaftinê ya li ser cil û bergan berdewam dike jî li pişt camekanên Mûzexaneye Ehmedê Xanî jî pêşengeha cih û bergan li pêş e. 

Desthilatdarê ku li Kurdistanê hem êrişan dike, di heman demê de jî çandê li pişt camekanan dihêle. Dema dikevin hundirê mûzaxaneyê ji Mem û Zînê bigirin, heta her parçeyek girîng a jiyana kurdan nîşan dide li pişt wê camekanê weke “xemlekî” hatine bicihkirin. Ev mûzexane weke “Bibîranîna çanda kurdewariyê” tê binavkirin, lê di rastiyê de bişaftineke li ser çandê ye. Tişta ku îro dikeve ser milê me kurdan xwedîderketina li çandê ye. Ji ber ku çand û civak girêdayî hev in û hevûdu diafirînin. Elbet bişaftina desthilatdariyê bi ser neketiye. Ji ber ku ev çand bi xwedîderketin û têkoşînê li ser piyan maye. Tişta ku dikeve ser milê me li hemberî bişaftinê zêdetir xwedî li çanda xwe derkevin û bidin jiyîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.