Rayedarên Tirk hiştin 68 jin bên kuştin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 01:19

Gulîstan Şaylemez tevî ku miracaetî rayedarên dewleta Tirk kir jî nehat parastin û hat kuştin. Li gorî rapora KCDP’ê ya 2020'an, di salekê de 68 jinên ku miracaetî rayedarên dewletê kiribûn û xwestibûn bên parastin, ji ber ku nehatin parastin, hatine kuştin. 

Li Tirkiyeyê her roj nêzî 3 jin tên kuştin. Herî dawî Gulistan Şaylemez li gel ku gef lê hat xwarin û ji rayedarên dewletê xwest wê biparêzin jî nehat parastin. Şaylemez pêr li Amedê hat qetilkirin. Li gorî Rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), sala 2020'an 300 jin hatine kuştin. 171 jin bi awayekî guman li ser mirine. Di salekê de 23 jinên hatin kuştin, dadgehê biryar da hevjînê wan ji wan dûr bikeve. 45 jinên hatin kuştin jî miracaetî li polîsan kiribû, lê tevdîr nehatin girtin. Bi giştî di salekê de 68 jinên ku xwestin bên parastin, lê nehatin parastin, hatin kuştin. 

Gulistan Şaylemez a pêr hatî qetilkirin dayika 4 zarokan bû. Beriya bi çend mehan ji Elmanyayê vegeriyabû. Şaylemez, beriya bê kuştin bi 10 rojan, ji ber ku malbata hevjînê wê gef lê dixwarin, doza parastinê li polêsan kir. Lê ji ber ku nehat parastin, 15'ê sibatê hat qetilkirin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.