Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestinîn (KCDP) rapora xwe ya meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî rapora platformê li Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de 20 jin hatine kuştin û mirina 12 jinan jî bi guman e.
Rapora platformê wiha ye: “10 jin ji hêla mêrên ku pêre zewicandî bûn ve hatin kuştin. 2 jin ji mêrên ku pêre dijî ve hatin kuştin. 2 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, jinek ji hêla bavê xwe ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, jinek ji hêla kurê xwe ve, jinek ji hêla mêrê ku berê pêre dijî ve hat kuştin.
Em ê ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.”
ENQERE