Li Hewlêr û Kirmaşanê wehşeta mêran 

Nûçeyên Jin

Çarşem 7 Tîrmeh 2021 - 04:44

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, jina bi navê Ayşe Sezaî, bi destê hevjînê xwe Nevzat Sezaî hate kuştin. Li bajarê Kirmaşanê jî zaroka keç a 16 salî ya bi navê Şekîba Bextiyar bi destê bavê xwe hatiye qetilkirin.
 
5 sal in şiddetê lê dike

Ayşe Sezaî, beriya bi 20 salan tevî hevjîn û 5 zarokên xwe li Hewlêrê bi cih bûye û hevjînê wê ev 5 sal in şiddetê lê dike. Hate diyarkirin ku cenazeyê Sezaî wê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê were veşartin. Nevzat Sezaî jî dema bi qaçaxî çû Tirkiyeyê hate destgîrkirin.

Keçeke 16 salî hate qetilkirin 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê (KMMK), pêr li bajarê Kirmaşanê zaroka keç a 16 salî ya bi navê Şekîba Bextiyar ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.

Di nûçeyê de ku xwe dispêre hin çavkaniyan, tê gotin ku Şekîba Bextiyar ji ber ku dereng ji bazarê vegeriyaye malê, ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Her wiha hatiye gotin, bavê keça 16 salî bi kêran êrişî keça xwe dike û wê birîndar dike, lê ji ber giranbûna birînan, Şekîba Bextiyar jiyana xwe ji dest daye.

Komeleyê bal dibe ser zêdebûna rêjeya şideta li dijî jinê ya li Kirmaşanê û dibêje, di wan salên dawî de rêjeya kuştina jinan ji aliyê endamên malbatê ve zêde bûye. Komeleyê her wiha diyar kiriye ku heta niha ji bo pêşîlêgirtina van êrişan tevdîrên xurt nehatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.