Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî 2 jin kuştin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, doh li taxa Gulistan a Kirmaşanê, mêrek kete malekê û 2 jin bi çekê kuştin. Her du jin jî xwişkên hev bûn.
Li gorî agahiyan yek ji wan jinan hevjîna kujer e. Heta niha bi fermî sedema bûyerê nehatiye ragihandin.
KIRMAŞAN