Vê Hezîranê 26 jin hatine qetilkirin

Nûçeyên Jin

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 03:56

Li gorî daneyên Jinnewsê, meha Hezîranê 26 jin li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hatine qetilkirin, 17 jinan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest daye. Kujerên 2 jinan nehatin dîtin, 25 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Hewl hate dayin ku 10 jin bêne kuştin, li 10 zarokan jî tundî hate kirin. Hezîranê 3 zarok hatin kuştin, 6 zarokan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Destdirêjî li 11 zarokan hate kirin, jinekê jî xwe parast.

Li gorî daneyan, jin Hezîranê herî zêde li Stenbolê hatin kuştin. 7 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 3 jin ji aliyê mêrên bi hev re bûn, 2 jin jî ji aliyê mêrên ku hewl didan ji wan cihê bibin, 2 jin ji aliyê êrişkaran ve jinek jî ji aliyê mêrekî beriya 15 salan jê cihê bûbû, jinek ji aliyê mêrê ku hewl dida pê re bi zorê bidin zewicandin, 2 jin jî ji aliyê mêrên cîranê xwe ve hatin qetilkirin.

Di şeş mehên destpêkê yên salê de 145 jin hatin qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.