Qatil ceza kirin qetlîam bi nav nekirin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 6 Adar 2023 - 02:57

  • Li Dadgeha Eyaletê ya Gottingenê şemiya bihurî dadgehê ji ber kuştina bi qest 13 sal û 6 meh ceza li kujerê Besma Akinci birrîn. Lê dadgehê ev kuştin weke qetlîama li dijî jinan bi nav nekir.  

BERDAN DOGAN / FRANKFURT

Roja Şemiyê li Dadgeha Eyaletê ya Gottingenê rûniştina biryarê ya derbarê Cemal Akinci de pêk hat. Cemal Akinci li bajarê Einbeckê yê Elmanyayê, hevjîna xwe Besma Akinci kuştibû. Ji ber kuştina bi qest 13 sal û 6 meh cezayê hepsê li Cemal Akinci hat birrîn. Doza li Dadgeha Eyaletê ya Gottingenê 2 salan dewam kir. Di dozê de 53 rûniştin pêk hatin. Di dema rûniştina biryarê de, jinna li pêşiya avahiya dadgehê çalakî kirin. Cira Kohler a ji Navenda Civanê Jinan-UTAMARA´yê got, îdîaya kujer a ku digot, dema paqijkirina çekê, bi qezayê Besma Akinci hatiye kuştin, derew derketiye. Kohlerê hê ji destpêkê ve doz dişopand.

Ne qeza lê kuştin e

Cira Kohler li ser navê Koma Piştgiriyê ya Rûniştinê ya aktîvîstên jin û Navenda Civanê ya UTAMARA´yê tevlî rûniştinan dibû. Wê got, ji ber kuştina biqest 12 sal û 6 meh û salek jî ji ber bê destûr çekrakirinê, cezayê hepsê Cemal Akinci birrîn. Di ewwamê de jî ew wiha peyivî: “Ev kuştina di Nîsana 2020’an de, ne weke îdîaya parêzerên kujer çêbûbû. Jixwe, dadgehê jî biryar da ku bûyer ne qeza ye, lê kuştineke bi qest e.”

Kujerekî hov e

Kohler got, îdîayên Cemal Akinci yên “Min bi serxweşî çeka xwe paqij kir, bi qezayê gule jê derket û bê xwesteka xwe min Besma kuşt” bawerî kesî bi xwe neanîne û wiha dewam kir: “Di dema rûniştinê de derket holê ku kujer keysa xwe li firsendekê aniye. Heyeta dadgehê got, Besma dema ku kurê xwe yê radiza hembêz dikir, hatiye qetilkirin. Dema li îstîqameta gulleyê em dinihêrin, weke ku Cemal îdîa dike li ser qoltix na, li ser piyan û bi texmînî 80 santîmetreyan nêzî Besmayê bûye. Kuştina dayikeke ku kurê xwe di hembêza xwe de digire, hovîtiyek e.” Kohler got, ji bo kurê xwe nekuje rabûye ser piyan, ev jî belgeya herî eşkere ya wê yekê ye ku ne qeza ye.

Dadgehê bal nebire ser şideta beriya wê

Kohler destnîşan kir ku ev cezayê li kujer Akinci yê 51 salî hatiye birrîn, Besmayê bi şûn ve nayîne û got, “Besmayê qala şideta mêrê xwe ji malbata xwe û xizmên xwe re dike. Şideta di nava zewaca wê de bi caran bi wêneyan ji ser delîlan di rûniştinan de hate lêkolîn. Ev zewac êdî gihîştibû wê astê ku nikarîbû bidome. Heta, pirgirêkên Cemal Akinci li gel hevjîna wî ya berê jî heman pirsgirêk bûn û bêyî were kuştin ji wê zewacê rizgar bûbû. Lê dadgehê bal nebire ser van tiştan.”

Li ber avahiya dadgehê çalakî

Di dema rûniştinê de jinan li pêşiya avahiya dadgehê çalakî li dar xistin. Piştî rûniştinê, dayika Besmayê û xwişka wê Sûad û xizmên wê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Cira Kohler a ji UTAMARA’yê daxuyaniyek da û got; “Ji bo êşeke wiha careke din çênebe, em li gel jinan hemûyan in.”

Ew dane 75 gram zêrî

Besma Akinci, li Ewrûpaya ku di sala 2010’an de bi hêviyên mezin hatibûyê, li beramberî 75 gram zêrî, bi Cemal Akinciyê 20 salan jê mezintir re hate zewicandin. Besma ku ji malbateke Kurdên Êzîdî ye, di zewacê de hertim şidet lê hate kirin. Herî dawî di 14’ê Nîsana 2020’an de mêrê ku Besma pê re hatibû zewicandin, Cemal Akinci (hingê 49 salî bû), li navçeya Einbeck a bajarê Hildesheimê, bi çeka li mala wî, hate qetilkirin.

Dema Besma Hate qetilkirin, 27 salî û dayîka 3 zarokan bû. 

Ne kuştin e qirkirina jinê ye

Xwişka Besmayê, Suad Smaîl Xelîl ji bo ku li Cemal Akinci ku ji Çileyê 2021’ê û ve li Dadgeha Eyaletê ya Gottingenê dihat dadgehkirin, cezayekî herî giran were birrîn, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Daxwaz ji heyeta dadgehê kiribû ku kuştina xwişka xwe weke ‘Qirkirina Jinê’ (Feminicid) qebûl bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.