Tahde li jinan zêde bû

Nûçeyên Jin

Çarşem 27 Çile 2021 - 03:31

Rêvebera Komeleya Jinê ya Rosayê Rûken Erguneş, diyar kir ku li Amedê herî kêm hefteyê 4 jin ji ber tahde li wan dibe serî li komeleyê didin û got: "Her serlêdan xetereyê zêdetir dike. Gereke mekanîzmayên jinê li ser piyan bigirin bên xurtkirin." 

Erguneş, da zanîn ku di sala 2019'an de 92, di sala 2020'î de 123 û di meha ewil a sala 2021'ê de jî herî kêm 4 jinan serî li komeleya wan dane. Erguneş, destnîşan kir ku jin bi tahdeya aborî, fizîkî, derûnî û dîjîtal re rû bi rû dimînin û got: "Piraniya jinên ku tahde li wan tê kirin, zewicandîne û yê ku tahdeyê li wan dike jî hevjînên wan in. Her wiha li kargehan jî xwediyên kar û karkerên mêr tahdeyê li wan dikin. Jinên bi tahdeya dîjîtal re rû bi rû dimînin jî piranî jinên ciwan in. Her wiha ji derveyî bajêr jî jin serî li komeleyê didin." 

Erguneş, bi bîr xist ku piştî navendên jinan ên şaredariyan hatin girtin û stargeh bêerk hatin hiştin tahde jî zêde bûye û got: "Êrîş birin ser qadên têkoşîna hevpar ên jinan. Niha jî êrişê dibin ser rêxistinên civaka sivîl. Ev êrîş, tên wateya qesda li jiyana jinê."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.