Raperîna xelkê dewam dike

Duşem 30 Çile 2023 - 00:11

Tevî girtin, revandin, cezayê darvekirinê û êşkenceyê jî raperîna ‘Jin, jiyan, azadî’ dewam dike.

Li gorî agahiyan li bajarên Sine, Ciwanro, Kirmanşan, Bane, Mihabad, Pîranşar û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên xelkê dewam kirin.

Çalakgeran pankartên aîdê rejîmê şewitandin, li gel stranên Kurdî govend gerandin û dirûşmeyên dijî rejîmê berzkirin.

Hate ragihandin ku li bajarê Ciwanro di navbera xwepêşanderan û hêzên rejîmê de şer rûda û di encamê de polîsek mir.

Lê rayedarên rejîmê ev yek red kirin û gotin; ev bûyer di navbera qaçaxçiyan û hêzên rejîmê de pêk hatiye.

Herwiha hate ragihandin ku li Rojnamevan Nazîla Merufyan a ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn çêkir, 2 sal cezayê girtîgehê hatiye birrîn. 

Ji bilî cezayê girtîgehê, cezayê 15 milyon tumen û 5 sal qedexeya derketina derveyî Îranê jî lê hatiye birrîn.

Rojnamevan Nazîla Merûfyan xelkê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li bajarên Tehran, Îsfahan, Tewrêz, Meşhed, Karaj, Barand, Raşt, Ahvaz û Şîrazê, li seranserî Sîstan û Belucistanê, xelkê dirûşme berzkirin, belavok belavkirin û pankartên rejîmê şewitandin. Herwiha xwepêşanderan wêneyên Hamaney jî şewitandin. 

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li Tehranê tevahî şevê dengê çekan bilind bûye, li navendên çekên nûkleerî yên li Îsfahanê teqîn rûdane û li gelek bajaran parastina hewayî jî aktîf bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.