Raperîn li hember xiyanetê

Nûçeyên Jin

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:15

  • TAJÊ li navenda Şengalê têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê daxuyanî da. 

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), êrişa li Xelîfanê ya li dijî gerîla, şermezar kir û bang li jin, ciwan û gelên Başûrê Kurdistanê kir da ku bersiva xiyanetê bidin, bêdeng nemînin û xwedî li zarokên xwe derkevin.

TAJÊ li navenda Şengalê têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê daxuyanî da. 

Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ, Siham Dexîl daxuyanî xwend. Destpêkê, wê got, heger berxwedana gerîlayên azadiyê nebûya, di nava 24 saetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê wê ji aliyê dewleta Tirk ve bihata dagirkirin û gelê Kurd wê bihata qetilkirin: "Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji Nîsana sala 2021’ê ve dest bi êrişên berfireh ên li dijî Başûrê Kurdistanê kiriye. Li beramberî vê dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê berxwedana mezin a gerîlayên azadiyê di asta herî jor de ye. Heger ne ji berxwedana gerîlayên azadiyê bûya, dewleta Tirk wê di nava 24 seetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir kiriba û gelê Kurd bixista ber çerxa qirkirinê."

PDK diçe bi hewara Tirkiyê ve

Di dewamê de îşaret bi berxwedana gerîla ya xurt hat kirin û hat gotin, “Lê li beramberî berxwedana gerîla, dagirkeriya dewleta Tirk nikare bi ser bikeve. Kengê gelê kurd nêzî serketin û azadiyê dibe û dewleta Tirk a dagirker têk diçe, PDK dikeve dewrê û  êriş dike. Di nava van herdu salan de PDK’ê 3 caran êrişî gerîla dike û kemînan datîne.12 gerîlayên zarokên vî gelî bi destê xiyaneta PDK’ê şehîd ketine. Salek derbas bûye ku hîna cenazeyên 9 gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd bûbûn di destê PDK’ê de ne û radestî malbatên wan nakin. Herî dawî bûyera beriya bi du rojan carekî din li Xelîfanê qewimî, dewleta Tirk bi balafiran bombe li gerîleyan barand, PDK’ê jî ji bejahî ve êrişî gerîlayan kir.

Di nava dîroka gelê Kurd de PDK’ê bi xiyaneta xwe cîh digire. Xiyaneta ku PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzîdî kirî, îro heman xiyanetê li gelê Kurd dike.

Em wek TAJÊ bang li jin, ciwan û gelên Başûrê Kurdistanê dikin, bila bersiva vê xiyanetê bidin û bêdeng nemînin, xwedî li zarokên xwe derkevin. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurd dikin, nexasim jin û ciwanan, em rê nedin xiyaneta PDK’ê, em bibin yek helwêst û xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Berxwedan wê bi ser bikeve, xiyanet û dagirkerî wê bi bin bikevin.”

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.