- Radyo Star FM ku yekane radyoya xweser a jinan e di 15ê Kanûna 2015'an de bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ dest bi weşana xwe kir. Radyo Star FM bi bernameyên xwe yên zarok, jiyan, siyaset, leşkerî û çandî hewl dide fikr û nêrînên jinan ragihîne.
Radyo Star FM ku yekane radyoya xweser a jinan e di 15ê Kanûna 2015an de bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ dest bi weşana xwe kir. Radyo Star FM bi bernameyên xwe yên zarok, jiyan, siyaset, leşkerî û çandî hewl dide fikr û nêrînên jinan ragihîne. Derbarê avakirin, pêşketin û armancên Radyo Star FM’ê de rêvebera radyoyê Rojnameger Lîlav Hesen axivî.
Lîlav Hesen di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku piştî Şoraşa Rojava ku wek Şoreşa Jinan jî tê pênasekirin pêwistî bi radyoyeke xweser hatiye dîtin û got:“Rastî jî şoreşa rojavayê Kurdistanê Şoreşa Jinan bû ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêş ket. Jinan di nav vê şoreşê de xwe ji hemû aliyan ve birêxistin kir, berdêlên gelek giran dan û bûn xwedî tecrûbe.” Lîlav Hesen diyar kir ku yek ji armanca wan ew e ku weşana xwe berfirehtir bikin û got: “Em di serdemeke ku teknolojiya pir li pêş ketiye de dijîn. Em jî hewl didin di nav vê pêşketinê de dengê xwe bi rêya bernameyan belav bikin û karibin xwe bigihînin hemû jinan. Em lê dinêhêrin roj bi roj di aliyê ku têkoşîna jinan zêdetir dibe de êrişên li ser jinan jî zêdetir dibin. Lewma jî em bibêjin ew pêşketin, xebat û plansaziyên me yên weşangeriya xwe em berfirehtir bikin heta ku em karibin ji her aliyê ve xwe bigihênin tevahî civakê.”
Rola radyoyan
Lîlav Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got:“Rastî êdî mirov dikare bibêje ku bandoreke pir mezin a medyaya dijîtal û ragihandinê li ser civakê heye. Êdî ew jî şoreşeke bi serê xwe ye tê meşandin. Her televîzyon di kevneşopiyên kurdî, stranên kurdî, çîrokên kurdî de roleke pir sereke lîstiye. Mînak Radyoya Erîvanê û gelek radyoyên me yên din ên kevnare. Herkesê li wan guhdarî dikir. Mirov dikare bibêje ew radyo roleke pir sereke lîstine, bi zimanê kurdî, stranên kurdî û ji bo ku çanda kurdî neyê windakirin. Em jî bi rastî hewl didin vê mîrasê xurtir bikin, bikin malê civakê. Tundî, êrîş û qirkirina li ser jinan her roj bi awayekî birêkûpêk zêdetir dibe. Yan jî li ser navê şeref, namûs, adet û kevneşopiyan jin ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Lê em hemû hewldanên xwe bi rêya radyo, ajans û televîzyonên jinan radigihînin.”
Bernameyên radyoyê
Lîlav Hesen bi van gotinan behsa xebatên xwe yên 8 salan kir: “Radyo Star FM di destpêkê de li bajarê Tirbespiyê û derdora wê weşanê dikir, dû re li Kantona Cizîrê weşangeriya xwe berfireh kir. Kesên ku li Kantona Cizîrê di nav ragihandinê de cih digirtin piraniya wan alîgirê rejîmê bûn an jî nêzê rejîma Baasê bûn. Ji ber vê yekê tu rengê jinan di nav vê ragihandinê de nedihat dîtin. Lê bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re ev yek hate guhertin. Bi avakirina saziyên wek Star FM, Nûjinha, Jin TV me di nav ragihandinê de guhertin pêk anîn.” Lîlav Hesen bal kişand ser zehmetiyên ku jiyane û got:“Star FM niha bi ekîbeke ku hemû jinên ciwan in xebatên xwe dimeşîne. Di destpêkê de ji ber ku di her qadê de jinan cih digirt neqebûlbûnek hebû. Lê me di destpêkê de vê yekê bi malbat, cîran û derdorên xwe da qebûlkirin. Ew kesên ku di destpêkê de li dijî xebatên me bûn niha dema ku bûyerek di qewime pêşî hewl dide agahiyan ji me bigirin û helwesta me hîn bibin. Her wiha jin ji ber ku rengê xwe di Star FMyê de dibînin hê zêdetir xwe nêzî me dikin. Star FM weşana xwe li ser frenqansa 105.304.8 didomîne. Niha di hemû barnameyên xwe de em hewl didin nêrînên jinan derxin pêş. Herwiha em di bernameya leşkerî de jî der barê tevlibûn û tecrûbeyên şervanên jin de bernameyên xwe çêdikin.” Lîlav Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di salvegera Star FM de careke din soza xwe ya wê têkoşîna jinan a di qada ragihandinê de berdewam bike, didin. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd bi rakirina pênûs û kamerayên wan bigirin. Yek ji armanca me ew e, em ê soza xwe jî bi wan re nû dikin û em careke din salvegera Radyo Star FM li hemû jinên leheng pîroz dikin.”
AW/MEDYA BAL