Em li benda gelê xwe ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 6 Kanûn 2024 - 01:10

MEDÎNE MAMEDOGLU / AMED

Îsal 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê destpê kir. Fuar wê heta 8’ê Kanûnê dewam bike û bi taybet 26 weşanxaneyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane tevlî fuarê dibin. 

Fuara ku 30’ê Mijdarê roja Şemiyê destpê kir, heta 8’ê Kanûnê wê vekirî be. Heta niha polêsan dest danîn ser pirtûka Hatîp Dîcle ya bi navê ‘Rojnivîska Berxwedana Efrînê’ û pirtûka ‘Rêya Dirêj a Azadiyê’ ku ji nameyên Mehmet Hayrî Durmuş hatine berhevkirin, 4 pirtûkan.  Jinên nivîskar û weşangerên li Fuarê, behsa fuarê û eleqeya bi pirtûkên Kurdî kirin.

Zarokên xwe jî bînin

Helbestvana bi zaravayê Kirmanckî û nivîskara kovara Wate Bedriye Topaç bal kişand wê yekê ku eleqeya îsal weke salên berê nîne û got:’’Em li vir li benda gelê xwe ne. Eleqeyek heye, tên pirsa pirtûka dikin. Lê em dixwazin ku ev eleqe hîn bêhtir be. Rewşa Kirmanckî û zimanê dayîkê li holê ye. Em bi hev re hewl bidin ku tinebûna zimanê dayîkê ji holê rabikin. Bila gel were xwedî li pirtûkên bi zimanê dayîkê derkeve. Herwiha zarokên xwe jî bînin. Bi vî rengî hem zimanê em pêş bikeve, hem jî nivîskarên me nas bikin.’’

Eleqe kêmtir bûye

Xwediya pirtûkên bi Kurdî Werzeba (Helbest) û Zeriya (Çîrok), Leyla Saraç jî îşaret bi wê yekê kir ku di roja me de hêjmara pirtûkên bi Kurdî zêde dibin lê asta xwendinê jî li gorî wê kêm e û got:’’Divê xelkê Amedê hem li fuarê hem jî li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkeve. Em ji bo zimanê xwe yê dayîkê têkoşîneke cidî didin. Li gorî par eleqeya li pirtûkan hîn kêmtir bûye. Bila xelk xwedî li pirtûkên xwe derkevin û pirtûkên bi Kurdî bikirin. Bila xelk bi Kurdî bixwîne û nivîskarên wan jî nas bike. Em li benda gelê xwe ne.’’

Divê xwedî li ziman derkevin

Xebatkara Weşanxaneya Avestayê Songul Keskîn jî ev bang li gel kir:’’Îsal ji bo pirtûkên bi zimanê dayîkê eleqeke zêde tine ye. Ji xwe li cîhanê asta pirtûk xwendinê kêm e. Dema ku em li asta xwendina pirtûkên Kurdî dinêrin, ev ast hîn kêmtir e. Ez ji kesên ku bi zimanê xwe yê dayîkê naaxivin û naxwînin fam nakim. Çima zimanekî din tercîh dikin, vê jî fam nakim. Divê mirov bi zimanê xwe yê dayîkê û bi nasnameya xwe hebe. Heta ku mirovek xwedî li zimanê xwe dernekeve, nasnameya wan jî nabe. Ger dixwazin nasnameyeke wan hebe, divê xwedî li zimanê xwe derkevin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.