Nivîskar Brahîmê Alûcî, ku bi nivîsên xwe yên li ser tora civakî û malperên kurdewarî bal kişandibû, vê carê bi berhemeke nû derket pêşberî xwendevanên kurd. Alûcî, di Gulana 2025an de, ferhengeke e-pirtûk a taybet bi termên derûnnasiyê li ser tora medya civakî weşand û belav kir.
E-pirtûk bi navê "Ferhenga Termên Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology)" û yên ku bixwazin dikarin daxin û bixwînin. Sedemê weşandina li ser tora medya civakî jî nivîskar Brahîmê Alûcî da diyar kirin ku berê xwe daye kîjan weşanxaneyê, bi gotina “ev berhem ne berhemek qada me ye ku biweşînin” û bi vî awayî nivîskar li hember vê nêrînê biryar daye ku wekî e-pirtûk bide weşandin û belavkirin.
Hewldaneke hevpar e
Ferhenga bi navê "Ferhenga Termên Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology)" bi zimanê kurmancî hatiye amadekirin. Ew armanc dike ku têgehên bingehîn û sereke yên derûnnasiyê bi awayeke zanistî pêşkêş bike. Weşandina vê ferhengê wekî gaveke girîng ji bo dagirtina valahiya di qada derûnnasiyê ya bi zimanê kurdî de tê dîtin.
Nivîskar di pêşgotina e-pirtûka xwe de da zanîn ku ev berhem bi hewldaneke hevpar a pisporên zimanê kurdî û derûnnasiyê hatiye amadekirin. Di ferhengê de, her têgeh bi terma xwe ya îngilîzî jî hatiye diyarkirin, ev yek dihêle ku xwîner têkiliyê di navbera zimanê kurdî û terminolojiya navneteweyî de deynin. Termên di ferhengê de ji çavkaniyên girîng ên wekî Kovara Derûnnasiyê ya Kurdî û Ferhenga APA Dictionary of Psychology hatine wergirtin.
Armanca sereke ya vê ferhengê ew e ku bibe bingehek zexm ji bo xebatên pêşerojê yên di warê derûnnasiyê de yên ku bi zimanê kurdî dê bên kirin. Kurdîhez û kesên ku bi derûnnasiyê re eleqedar in, dikarin vê e-pirtûkê bi riya înternetê, li ser van lînkên li jêr bi dest bixin.
https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/
NAVENDA NÛÇEYAN