Ji Nûroj Mûnzûr helbestên nû; ‘Siya Berêvarên Gewr’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 19 Tebax 2025 - 00:17

Pirtûka helbestan a nû ya helbestvana Kurd Nûroj Mûnzûrê ya bi navê ‘Siya Berêvarên Gewr’ ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka helbestan ji 88 rûpelan pêk tê. Li ser bergê paşîn ê pirtûkê ev helbest cih digire:

“Min daye pey dengê xwe di zemanên melez de
Bi qasî şahmaranê ne şareza me ku postê xwe li her derî deynim
Ne jî pisîkek im ku ji bêhna xwe kuçeyan nas bikim
Ji kû biçim, konê min radibe ji wir
Ji refên koçeran re bêjin, min singek baş kutabû erdê
Bila konê xwe lê girêdin, nema têm!”

Nûroj Mûnzûr kî ye?

Nûroj Mûnzûr (Tezel) li Êlihê hatiye dinyayê. Ji sala 2006an heta 2016an li şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) yên Êlih, Cizîr, Şirnex, Şemrex û Bismilê waneyên rîtimê daye. Sala 2016an, ji aliyê qeyûm ve ji karê xwe yê li Şaredariya Bismilê hatiye dûrxistin. Piştî salekê ango sala 2017an, li Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê di beşa Kurdiya Kirmanckî de kar kiriye. Her wiha li heman zanîngehê, wekî beşa duyemîn dîzaynkariya modayê jî xwendiye lê bi dawî nekiriye. Dawiya sala 2019an, di ser xwendina xwe ya Kirmanckî re bi rêya programa Erasmûsê derbasî Zanîngeha Hamburgê ya Almanyayê bûye û li wir jî salekê beşa Îranîstîkê xwendiye. Ji sala 2020î û vir ve li Hamburgê dijî.

Berhemên wê:

Bêrîkirinên îlegal (helbest), Weşanên Na, 2013.

Û êdî aso ye navê te (helbest), Weşanên Ronahî, 2014.

Beytikên Nifiran (helbest), Weşanên Avesta, 2020.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.